23:31 22 Nîsan 2018
    polês - operasyon - leşker - êriş - şer - pevçûn -

    Li Nisêbînê teqîna duyemîn: Leşkerek hate kuştin 6 jî birîndar

    © REUTERS / Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şer û pevçûnên li navçeya Nisêbînê dewam dikin. Hate ragihandin ku li taxa Firatê di malek de teqîn pêk hatiye û di encama teqînê de leşkerek miriye, 6 leşker jî birîndar bûne.

    Mêrdîn — Li taxa Firatê ya Nisêbînê leşkerên tirk dema ketin maleke bombeya ku hêzên YPSê bicih kiribûn teqiya. Di encamê de leşkerek mir, 6 leşker jî birîndar bûn.

    Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

    Îro danê sibê li taxa Abdulkadirpaşayê jî teqîn rû da bû. Di encama vê teqînê de jî 2 leşker hatibûn kuştin, 6 jî birîndar bibûn. Herwiha hejmara leşkerên ku îro li Nisêbînê hatin kuştin bû 3ê, 12 jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li ser rêya Mêrdîn û Amedê teqîn: 8 leşker birîndar bûn
    Di navbera Cizîr û Silopiyayê de teqîn
    Di rêya Dêrsim û Elazîzê de teqîn:3 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
    Li Farqînê teqîn
    Etîketan:
    bombe, hejmar, YPS, leşker, birîndar, kuştî, pevçûn, şer, mal, teqîn, Mêrdîn, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de