12:50 22 Çile 2018
Zindî
    Baxçeyên Hevselê

    Baxçeyên Hevselê îsal bê xwedî man

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13

    Şer û pevçûnên li bajarên kurdan bandorek neyînî li jiyana rojane ya kurdan kiriye. Ji ber êriş û dorpêça dewleta tirk ya ser navçeya Sûra Amedê ev 5 meh e ku dewam dike Baxçeyên Hevselê karkerên ku hersal lê dixebitîn îsal nikarin biçin Baxçeyê û bixebitin.

    Amed — Baxçeyên Hevselê ku bi hezaran sal e ji bo Amedê baxçeyên berhemdariyê ne û di 4ê Tîrmeha 2015an de ketibû Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê, îsal ji ber şer û pevçûnên li Amedê bê xwedî man. Niştecihên Amedê îsal nikarin biçin Baxçeyê û çandinî bikin.

    Li baxçeyên ku her sal ji aliyê niştecihên Sûrê û Taxên Ben û Senê ya Yenişehirê çandinî dihat kirin, ji ber dorpêça dewleta tirk ya ser navçeya Sûrê niha baxçe û zeviyên wan bê xwedî man.

    Hersal bi dehan karker ji gundên derdora Amedê dihatin li wan zevî û baxçeyan dixebitîn. Îsal ji ber şer tu kes ji ber ewlehiya canî nayê.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê şer: Tîmek taybet mir, 3 tîm jî birîndar bûn
    Li Şirnexê şer: 2 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn
    Li Şirnexê şer: Polêsek hate kuştin 2 jî birîndar bûn
    Li Wanê şer: Polêsek mir 5 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    dorpêç, êriş, UNESCO, xwedî, karker, hevsel, baxçe, bajarên kurdan, pevçûn, şer, Amed, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de