07:50 23 Gulan 2018
    Li Bexdayê teqîn

    Li paytextê teqîneke xwekujî pêk hat: 11 kuştî

    © AP Photo / Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytextê Iraqê Bexdayê teqîneke xwekujî pêk hat û di encamê de 11 kes hatin kuştin.

    Bexda — Fermandeyê Operasyonên Bexdayê ragihand, xwekujekî îro bi kembereke bombeyî li nêzîkî Sînema Beyza ya li taxa Bexdad El-Cedîdeyê, xwe teqand û bûye sedema zirarên madî û giyanî.

    Li gor berpirsên ewlekariyê li bajarê Bexdayê ji ber teqînê 11 kes hatine kuştin û 39 kesên din jî birîndar bûne.

    Herwiha çend teqînên din jî li taxên Zeiferaniye, Rojhilat, Suwêb ên bajarê Bexdayê yê pêk hatin û di encamê de 15 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

    Hinek ji teqînan li ser xalên kontrolê yên artêşa Iraqê û Polîsên Federal hatibûn kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    BEXDA - Li paytextê 2 teqîn: 13 kuştî û birîndar!
    Erdogan: Gerek Bexda mafê Kurdistanê bidê
    Bexda ev du sal in bûdçeya Kerkûkê naşîne
    Davutoglu serdana Bexda û Hewlêrê dike
    Barzanî rê neda peykerê Mele Mistefa li Bexda bê danîn
    Etîketan:
    kuştî, Polîsên Federal, Artêşa Iraqê, taxa Bexdad El-Cedîdeyê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de