19:00 22 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    Rapora Asayişê: ji Tirkiyê 749 kes di nav DAIŞê de ne

    © Foto: Zaman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor rapora Daîreya Istixbarata Asayişa Tirkiyê ji Tirkiyê 1211 kes di nav rêxistinên cîhadîst de cî bigirin. Li gor heman raporê ji Nîsana sala 2011an û heta niha 2750 kes ji bo ku beşdarî heman rêxistinan bibin çûne Sûriyê û Iraqê.

    Navenda Nûçeyan — Rapor cî dide hejmara van kesan ku di kîjan rêxistinên teroristî de cî digirin. Li gor vê xebatê 749 kes di nava DAIŞê de, 136 kes jî di nava Eniya El Nûsrayê de cî digirin. Herweha 457 kes jî di şeran de hatine kuştin.

    Rojnameya Hûrriyetê ya Tirkiyê ev rapor belav kiriye ku di 21ê Îlona 2015an de ji asayişa bajaran re hatiye şandin. Di raporê de tê aşkerekirin ku çûnûhatina kesên ber bi Sûriyê û Iraqê ve ji sala 2014an û vir ve zêdetir bûye û ev çûnûhatin jî bi rêya qaçaxçiyan çêdibe.

    Rapor cî dide rewşa fikra selefîtiyê û dibêje ku li Tirkiyê di navbera 10 hezar û 20 hezar kes di bin bandora selefîtiyê de ne. Ev jî gihiştiye asta Tûnis, Erebistana Siûdiyê û Urdunê ku ji hêla asayişê ve ast gelekî xeter tê dîtin.

    HERÎ ZÊDE KONYA, ENQERE Û EDENE

    Li gor raporê ji Tirkiyê herî zêde ji bajarên Konya, Enqere û Edeneyê tevli van rêxistinan dibin. Dîsa tê îdîa kirin ku ji bajarên Kurdan kesên diçin nav van rêxistinan kêm in. Asayîş vê raporê jî bi wî tiştî girêdide ku li van bajaran terîqet û cemaetên olî xurtin û alîgirê Hîzbulahê naxwazin biçin qadên şer.

    Rapor herweha bajar bi bajar hejmara wan kesan dide ku çûne Sûriyê û Iraqê: Konya (629), Enqere (342), Edene (286), Stenbol (191), Enteb (143), Amed (94), Bursa (87), Wan (71), Bîngol (57), Qeyserî (54), Hatay (45), Adiyaman (44), Malatya (40), Izmît (33), Izmîr (26), Erzerom (23), Mersîn (21), Samsûn (16), Trabzon (14), Antalya (11), Qers (9), Mereş (8), Riha (8), Elezîz (6) Sêwaz (5)

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiyayê bo çekdarên cîhadîst gaza ‘Sarîn’ê diçe
    Tirkiya çekan dide rêxistina terorîst El Nusrayê
    DAIŞ salane 200 milyon dolar bi dest dixe
    DAIŞ, li ser sînorê Tirkiyeyê qaçaxiya berhemên dîrokî dikir
    RTê belgeyên ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê weşandin
    Etîketan:
    Eniya El Nûsrayê, DAIŞ, Urdin, Erebistana Siûdî, Tûnis, Iraq, Sûriye, Edene, Konya, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de