06:20 20 Çile 2018
Zindî
    Tankên artêşa Tirkiyeyê

    Heleb - Artêşa Tirkiyeyê êriş kir!

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî agahiyên heremê, Artêşa Tirkiyeyê îro êrişî çend cihan di nav axa Sûriyê de kir. Topxaneya Artêşa Tirkiyeyê îro piştî nîvro çend cih li bakurê Helebê bi giranî topbaran kirin.

    Navenda Nûçeyan —  Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di encama topbarana giran a Artêşa Tirkiyeyê de ku li ser çend deverên bakurê Helebê pêk hatiye, çend baregehên avêtina moşek û roketan ên DAIŞê li bakurê Helebê hatin rûxandin.

    Herwiha di encama topbarana wan cihan de 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

    Wek tê zanîn ku gelek caran roket hatine avêtin nava bajarê Kilîsê yê Tirkiyeyê.
    Tê gotin, topbarana deverên bakurê Helebê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve piştî zêdebûna avêtina roketan ji nav axa Sûriyeyê bo nav sînorê Tirkiyeyê tê.

    Bi heman mijarî:

    Li Girê Spî welatiyekî din bi guleyên artêşa Tirkiyeyê birîndar bû
    YPG: Êrîşên komên terorîstan û artêşa Tirkiyeyê didomin
    Leşkerên artêşa Tirkiyeyê dîsa welatiyekî ji Rojava kuştin
    Artêşa Tirkiyeyê li Qamişloyê yek jê zarok 2 kes kuştin
    Artêşa Tirkiyeyê bi balafiran Farqînê bombebaran dike
    Etîketan:
    DAIŞ, Kilîs, Sûriye, Heleb, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de