13:10 24 Gulan 2018
    mehmud hac xelef

    ‘Sîstema Federaliya Demokratîk kilîta çareseriyê ye'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Partiya Çep a Demokratî Kurdî Sûrî, Mehmûd Hac Xelef diyar kir ku projeya Federaliya Demokratîk a Rojava - Bakurê Sûriyê, kilîta çareseriya pirsgirêka Sûriyê ye.

    Artêşa Amerîkayê
    © Flickr / Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Hesekê — Endamê Partiya Çep a Demokratî Kurdî Sûrî, Mehmûd Hac Xelef, daxuyaniyek da Ajansa ANHAyê û rewşa dawî ya Rojava û Sûriyeyê nirxand.

    ‘Gelek welatên dinyayê sîstema federaliyê pêk tînin'

    Hac Xelef destnîşan kir ku di vê dema ku aloziya Sûriyê her ku diçe kurtir dibe ku li holê tu projeyên çareseriyê xuya nakin, pêşkêşkirina projeya Federaliya Demokratîk kilîta çareseriya aloziyê ye û wiha got: ‘ Ji vê projeya ku ji aliyê pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê ve hatiye pêşkêşkirin û li ser hatiye lihevkirin, diyar dibe ku ev proje hêviya tevahiya gelên Sûriyê ye û dikare  ne tenê li Rojava û Bakurê Sûriyê, ew dikare li tevahiya Sûriyê pêk were.'

    ‘Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê, plana Tirkiyê ye'

    Hac Xelef di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û ev tişt anîn ziman: ‘Ev êriş ji aliyê hikûmeta tirk ve tên plankirin. Dewleta tirk ji destpêka avabûna xwe û heta niha, dijminahiya gelê kurd dike. Her wiha ji bo  ku demokrasî li Rojhilata Navîn belav nebe, ew dijminahiya tevahiya gelên herêmê yên azadîxwaz dike. Lê belê hevgirtin û têkoşîna gelan a ji bo azadiya xwe, dê hemû komplo û planan pûç bike.'

    Bi heman mijarî:

    Balûken: Agahiyên cidî hene ku DAIŞ êrişî HDPê û CHPê bike
    DAIŞ ber bi sînorê Îsraîlê ve diçe
    DAIŞ:'Me pîlotê sûriyeyî dîl girt'
    ÎDIA - Dibe DAIŞ bi çekên kimyewî êrişî Ewropayê bike
    Dibe DAIŞ dîsa êrişî Brûksel û Ewropayê bike
    FLAŞ ÎDIA - DAIŞ: ‘Plana êrişa li ser Girê Spî bi destê dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin'
    Etîketan:
    şêmeqsûd, anha, daiş, şer, êriş, Demokratî Kurdî Sûrî, mehmud hec xelef, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de