07:45 23 Gulan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu:'Divê mirov en wiha nexe şûna zilaman'

    © Foto : imc
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê silav nedayîna Erdogan ya di merasîma makezagonê de ragihand ku dilê kî bi kîn be divê mirov wan nexe şûna zilaman.

    Enqere - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê slav nedayîn û dest negirtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya merasîma makezagonê de ragihand ku ez dest negirtina Erdogan pir tiştekî girîng nabînim. Destê min jî, dilê min jî paqij e, kî di dilê xwe de kîndariyê bike divê mirov wî nexe şûna zilaman.

    Kemal Kiliçdaroglu li Enqereyê tevlî merasima nimêja cenazeye bavê şêwirmendê xwe Fatih Gursul bû. Kiliçdaroglu piştî nimeja merasîma cenaze derbarê rojevê de daxuyaniyek da rojnamevanan.

    Kiliçdaroglu di axaftina xwe de li hemberî destnedana Erdogan de got:'Ez dest negirtina Erdogan pir mijareke girîng nabînim. Ez temaşe dikim gelek mirovên wekî Mewlana, Hecî Beltaş, Yunus Emre û yên din derketine, tiştê ku em ji van kesan fêrbûn divê tu kes di dilê xwe de ne kindar be. Ez bi xwe ji wê kevneşopiyê têm destê min jî û dilê min jî paqij e, kî kîndariyê bike divê mirov wî nexe şûna însanan.'

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu ji Spûtnîkê re axivî:'Bûyerên wiha tenê di rêjimên monarşîk de dibin'
    Kiliçdaroglu bersiva Erdogan a ‘fasiqê siyasî' da
    Kiliçdaroglu bersiv da AKPê: ‘Em ê çi biaxivin'
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re got: ‘Dîktatorê xerbende, şeref ji bo te tê çi wateyê?'
    Kemal Kiliçdaroglu dîsa wekî serokê CHPê hat hilbijartin
    Etîketan:
    Merasî nimejkirina cenaze, Serokomariya Tirkiyeyê, CHP, Fatih Gursul, Kemal Kiliçdaroglu, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de