08:57 26 Gulan 2018
PEN Konferansa Aştîyê

PEN: Çekan deynin û dest bi dîyalogê bikin

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serok û rêvebirên PENa Kurd, Navenda PENa Tirkîyeyê û PENa Navneteweyî îro bang li herdu aliyên şerî kir ku ew çekan deynin û dest bi diyalogê bikin.

Omer Faruk Baran

Amed — Li Amedê hersê PENan konferanseka bi navê ''Aştîyeka çawa û ji bo kê?'' pêk anî û îro encamnameya konferansê dîyar kir.

Encamnameya konferansê serokê PENa Kurd, Şêxmûs Sefer û seroka Navenda PENa Tirkîyeyê Zeynep Oralê xwend. Nivîskaran destnîşan kir ku operasyonên dewam dikin jî divê demildest bêne sekinandin.

Herwiha di encamnameyê de hat ragihandin ku divê çapemenî dev ji zimanê şerker berde û zimanekî aştiyane bipejirîne.

Cigîrê Serokê PENa navneteweyî Eugene Schoulgin li ser encamnameya konferansê taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Schoulginî got: ''PEN saziyeka kevn a nivîskaran e û li her derên şer lê heyî piştgiriya diyalog û aştiyê dike. Me berê jî gelek caran fikrên xwe yên ji bo aştiyê ji hikumeta Tirkiyeyê re gotin. Lê hikumet fikrên me her bi awayekî din nîşan didin, wek ku em piştgirên şîdetê ne! Na, em li Kurdistanê jî piştgirên diyalogê ne. Em ji Amedê bang li hemû şaxên saziya xwe dikin ku bala xwe bêhtir li ser vê heremê din û aştîyê li vir saz bikin.''

Eugene Schoulgin
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Eugene Schoulgin

Yek ji axaftvanên konferansê Prof. Jean Pierre Massias jî diyar kir ku meseleya kurdan bi şerê çekdarî çareser nabe û wiha axivî:

''Ji bo ku em behsa diyalog û aştiyê bikin berî her tiştî divê çek rawestin. Gava çek rawestin û agirbest dest pê bike mesele çareser nabe elbet. Heyama herî zor dê heyama piştî agirbestê be. Çinku piştî wê heyama qanûneke esasî ya nû divê ji bo civaka Kurdistan û Tirkiyeyê. Niha herdu alîyên şerî jî dixwazin aliyê din berê çekan bisekinin. Bi qasî ez dibînim, li vir kî berê çekan bisekinîne wê ew ê di daxwazên xwe yên siyasî de ser bikeve.''

Prof. Jean Pierre Massias
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Prof. Jean Pierre Massias

 

Bi heman mijarî:

Seferên Amed û Hewlêrê dest pê kir
Perinçek:'Hedefa Barzaniyan piştî Rojava, Amed e'
AMED - Parêzvanê Erdogan jî hatiye kuştin
AMED - Li dijî wesayîta polêsan êriş: 7 kuştî, 27 kes birîndar bûn
HPGê bîlançoya çalakiyên li Amed û Rihayê eşkere kir: 5 leşker hatin kuştin
Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
AMED - Newroza dîrokî bi sirûda neteweyî dest pê kir: Ey Reqîb!
Etîketan:
PENa Tirkiyeyê, PENa Navneteweyî, PENa Kurd, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de