02:59 26 Gulan 2018
Cizîr  Şirnex

10 cenaze li Erzorimê li goristana bêkesan hatine definkirin

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku li Erzurumê 10 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê ji aliye dewletê ve li goristana bêkesan hatine definkirin. Li ser wan yekan Serokwekîla Koma HDPê Çagla Demîrel destnîşan kir ku niha jî amadekariya 7 cenazeyan tê kirin ku li goristana bêkesan bên weşartin.

Erzirom — Hate diyarkirin ku cenazeya 54 kesên ku di şer û pevçûnên li navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane li Saziya Tipa Edlî ya Erziromêyê û hate zanîn ku cenazeyên 10 kesan ji aliye dewletê ve bi dizî li goristana bêkesan hatine definkirin.

Derbarê mijarê de Serokwekîla Koma HDPê Çaglar Demirel ragihand ku wê bi Wekîlê Serdozgerê Erziromê re axivî û ji 54 cenazeyan 10 cenaze li goristana bêkesan hatine defin kirin, niha jî amadekarî tê kirin ku 7 cenazeyên din jî bi heman şeklî werin definkirin.

Li ATK'ê tevî gerîlayek ji navçeya Pilemûriyê anîne 45 cenaze li benda teşhiskirinê ne.

Bi heman mijarî:

Li Sûrê 5 cenaze hate dîtin!
12 cenaze ji bo otopsiyê şandin Erziromê
Li Sûrê operasyon dawî nebûn: 5 kuştî, 10 cenaze
Li Sîlopyayê 6 cenaze hatin teşhîskirin
Etîketan:
teşhîskirin, bi dizî, pevçûn, şer, bêkes, definkirin, cenaze, Saziya Tipa Edlî ya Erziromê, Çaglar Demirel, Gever, Erzirom, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de