18:47 22 Çile 2018
Zindî
    Anatoliy Antonov

    Antonov: Em ê li Sûriyê li hember terorê têkoşîna xwe berdewam bikin

    © AP Photo/ Wong Maye-E
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Alîkarê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Anatoliy Antonov, diyar kir ku Hêzên Asmanî yên Rûsyayê wê li Sûriyê tevgera xwe ya li dijterorê berdewam bikin.

    Rûsya — Antonov ji televizyona Rossiya-24ê re axivî û got ku li Sûriyê di encama darbeyan de, bi sedan hucreyên terorîstan, bi sedan milîtan, baregehên leşkerî û fînansên mîlîtanan hatine rûxandin.

    Alîkarê Wezîrê Berevaniyê herweha ragihand ku, Serokdewlet û Serfermandarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryar girtiye ku hin hêzên Rûsyayê li Sûriyê bimînin û li hember DAIŞê, Eniya El Nûsrayê û rêxistinên terorîst yên din têkoşîna xwe berdewam bikin. Antonov got ku ji bo vê demê hêzên Rûsyayê li Sûriyê rola heza aştiyê tîne cî.

    ‘EM AMADE NE KU Lİ GEL DYAYÊ TÊKİLİYAN PÊŞ BİXİN'

    Antonov her weha da zanîn ku ew amade ne di têkoşîna li hember terorê de li gel DYAyê têkiliyên xwe pêş bixin û wiha got: "Têkiliya yekîneyên Rûs û DYAyê li Sûriyê baş in. Hêzên Rûs yên li Hmeymîmê û yên DYAyê yên li baregeha Ummanê ne her wext di nava diyalogekê de ne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn sipasiya xwe pêşkeşî leşkerên ku li Palmîrayê ne kir
    Pûtîn: Me li Sûriyeyê ‘'karekê navxweyî yê Rûsyayê'' jî kir
    Pûtîn:'Piştgiriya me ji bo Sûriyeyê wê dewam bike'
    Esad:'Siyasetmedarê ewropî tucarî Rûsya û Pûtîn fêhm nakin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Rossiya-24, El Nûsra, Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, DYA, Vladimîr Pûtin, Anatoliy Antonov, Hmeymîm, Umman, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de