00:48 18 Çile 2018
Zindî
    amedspor

    Amedspor: Dixwazin têkoşîna me qels bikin

    © Foto: T24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê duyemîn ê Amedsporê Nurulah Edemen êrîşa li Enqereyê li wan hat kirin şermezar kir û got: ‘Dixwazin bi van êrişan têkoşîna Amedsporê qels bikin.'

    Amedspor
    © Foto: Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Amed- Di lîga 2emîn ya Super totoyê yê de Ankaragucu û Amedspor hatin beramberî hev û di encamê de Amedspor bi 2 golan bi ser ket. Li ser vê yekê alîgirên Ankaragucu êriş birin ser rêvebir û futbolîstên Amadsporê û gelek kes birîndar kirin. Di êrişa nijadperestî ya ku bi darên hesinî ve hate kirin de 5 rêvebirên Amedsporê birîndar bûn. Alîgirên Ankaragucu piştî maç qediya bi dar û keviran êrişî wesayeta futbolîstên Amedsporê jî kirin.

    'DIXWAZIN TÊKOŞÎNA AMEDSPORÊ QELS BIKIN'

    Li ser vê yekê Serokê Duyemîn yê Amedsprorê Nurullah Edemen diyar kir ku ev êrişek nijadperestî ye  û bi van êrişan dixwazin tekoşîna me qels bikin. Edemen daxuyand ku piştî ku Amedspor gola dyemîn avêt û pê ve êriş dest pê kirin û girtin ser odeya protokole û wihagot: ‘ Kesên ku di protokola trûbûnê de êrişî me kirin hemû xwedî kartên akredîtasyonê bûn. Pozê min şkest û gelek hevalên min birîndar bûn. Ji serê sezonê ve heta niha derheqê Amedsporê tevgerên neyînî têne kirin. Ev êriş jî encama tevgerên neyînî ne. Dixwazin bi van êrişan têkoşîna Amedsporê qels bikin.'

    ‘EV ÊRIŞEKE NIJADPERESTIYE'

    Ji Baroya Amedê Parêzer Ahmet Ozmen, li nexweşxaneyê serdana  Rêveberên Amedsporê kir û wiha got: ‘Baroya me ev êrişa nijadperestî bi awayekî tund şermezar dike. Wezareta Werzîşê û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê divê berpirsên ev êrişa derînsanî bibînin ew kesan ceza bikin.

    Bi heman mijarî:

    Amedspor bi 3 golan têk çû
    'Amedspor: Yan em ê maçê nelîzin yan jî li stadyûmê çalakiyê li dar bixin'
    Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
    Etîketan:
    futbol, nîjadpeestî, ankaragucu, amedspor, êriş, amedspor, nurullah edemen, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de