23:17 21 Gulan 2018
    İbrahim Kalin

    Tirkiye: Em amade ne kêşeyên digel Rûsyayê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalinî li civîna digel rojnamevanan got: ‘'Em amade ne kêşeyên digel Rûsyayê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin''

    Enqere —  Li daxuyanîya îro ya Îbrahîm Kalinî xalên berbiçav ev in:

    — Em amade ne ku kêşeyên bi Rûsyayê re çareser bikin, ji bo wê em alîyê dîplomasiyê digirin.

    — Rewşa hesas ya Sûriyeyê hê jî wek xwe ye. Em dibînin ku alîkariyên mirovî nagihin cihên pêwîst. Havdîtinên ji bo Cenevê jî ne di asteka baş de ye.

    — Hevkariya Tirkiyeyê û Yekîtîya Ewropayê ya li ser penaberan encamê dide, hejmara penaberan bi awayekê berbiçav kêm bûye.

    — Bingeha sereke ya kêşeya hatina penaberan Sûriye ye. Heta şerê li wê dere çareser nebe kêşe jî çareser nabe.

    — 3.300 kesên bi DAIŞê re têkildar hatine dersînorkirin.

    — Ji bo 41.000 kesan têketina Tirkiyeyê hatiye qedexekirin ku ev jî parçeyek ji têkoşîna li dijî DAIŞê ye.

    Bi heman mijarî:

    Şanda HDP-DBP’ê bi Serokkomarê Awûstûryayê re civya
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Yekîtiya Ewropayê: ‘Erdogan bila bizane ku em bazarê nakin'
    Nivîskarê tirk:'Erdogan biryara xwe da, serokwezîr diguhere'
    ‘Erdogan ji bo sûcên xwe veşêre çapemeniyê asteng dike'
    ‘Bila qanûna cezayê ya heqareta li Erdogan bê rakirin'
    Dîroknasê tirk ji Erdogan re: ‘Em ne di sedsala 19emîn de ne'
    Etîketan:
    DAIŞ, Îbrahîm Kalin, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de