13:10 22 Çile 2018
Zindî
    CHP

    Li gorî Amerîkayê “PYD hevkarekî konjuktûrel e”

    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Komara Gel (CHP)ê raihand ku Amerîka ji wan re derbarê PYDê re gotiye ku PYD di şerê li dijî DAIŞê, hevkarekî konjuktûrel e”.

    Navenda Nûçeyan  —  Di çarçoveya CHPê de ya bizavên çareserkirina kêşeyên Tirkiyeyê û dewletên din de, heyeteke partiya navborî di 11-13ê Nîsanê de serdana Amerîkayê kir. Heyetê çend hevdîtin li Amerîkayê pêk anîn.

    Li gorî agahiyên ku Sputnikê bi dest xistine, CHP li Qesra Spî behsa PYDê kiriye ku Tirkiye dixwaze ku wek rêxistineke terorîst bê nasîn û heyeta CHPê wiha ji rayderên Amerîkayê re gotiye: "Erê rast e, DAIŞ tehdîdeke cidî ji cîhanê re ye lê PKKê jî tehdîdeeke mezin û cidî ji Tirkiyeyê re ye. Divê Amerîka helwesta xwe diyar bike û di rêya PYDê re fişarê li PKKê bike ta ku çekan deyne".

    Bersiva rayedarên Amerîkayê wiha bû: " PYDê hevparekî me yê demkî ye û em jî ji kiryarên PKKê aciz in û em di her dem jî vî tiştî dibêjin. Em PYDê di şerê li dijî DAIŞê de, wek hevkarekî konjultûrel dinirxînin û dihesibînin".

    Bi heman mijarî:

    CHP ji bo doza Saraf diçe Amerîkayê
    Ji Demirtaş bo serokên CHP, MHP û AKPê bang
    CHP: ‘Tirkiye, piştgiriya çekan dide grûbên radîkal yên Sûriyeyê'
    CHP: 'Dibe ku 60 kes hatibin înfazkirin'
    Joe Biden bi parlamenterên HDP, CHP û AKPê re civiya
    Etîketan:
    DAIŞ, PKK, PYD, Sputnik Kurdistan, CHP, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de