21:45 21 Çile 2018
Zindî
    sînor-daiş-leşker

    DAIŞ ber bi sînorê Îsraîlê ve diçe

    © AP Photo/ Baz Ratner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Terorîstên DAIŞê daxuyandin ku gelek gundên Sûriyeyê yên li ser sînorên Tirkiye,Îsraîlê û Urdunê bi dest xistine û roj bi roj desthilatadriya wan berfirehtir dibe.

    Navenda nûçeyan —  Li gorî nûçeya Îngîlîz Tîme terorîstên Tugaya Şehîdên Yermukê yên têkildarî DAIŞê ragihandin ku gelek gundên Sûriyeyê yên li ser sînorên Urdin  û Îsraîlê bi destxistine û pêşketina wan ya li ser sînoran berdewam dike.  Terorîstan diyar kirin ku gelek gundên li ser sînorên Îsraîlê yên nêzî Girên Golanê bidestxistine.

    ‘Îsraîl û Urdun metirsdarin'

    Li gorî nûçeyê bi qasî 900 hezar terorîst li herêma Kuneytra, gelek gund û bajarokên bi navên El şaceraa û Camlahê bi dest xistine.

    Lewma jî li ser vê yekê pisporekî îsraîlî ragihande ku ‘DAIŞ ber bi rojava ve diçe û bicih dibe. Em ji vê yekê gelekî aciz û metirsdar in.'

    'Îsraîl hevkariya DAIŞê dike'

    Nûnerê Sûriyeyê  yê daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî jî hefteya borî li Cenevreyê diyar kir ku Îsraîl li bajarên derdora Girê Golanê hevkariya terorîstên DAIŞê dikin. Caferî da zanîn ku Îsraîl piştgiriya komên terorîst yên li dij DAIŞê destek dike û heta ku gelek terorîstên birîndar li Îsraîlê têne derman kirin.

    Bi heman mijarî:

    ÎDIA - Dibe DAIŞ bi çekên kimyewî êrişî Ewropayê bike
    Dibe DAIŞ dîsa êrişî Brûksel û Ewropayê bike
    FLAŞ ÎDIA - DAIŞ: ‘Plana êrişa li ser Girê Spî bi destê dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin'
    Di navbera DAIŞ û artêşa Iraqê de şer: 40 kuştî
    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    Etîketan:
    metirsî, milîtan, brîtanya, terorîst, daiş, îsraîl, tirkiye, urdun
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de