01:00 23 Çile 2018
Zindî
    Cemil Bayik

    KCK: Pêwendiyên me bi Amerîkayê re hene

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê Cemil Bayik, got ku heta Tirkiye wiha tevbigere, kurd dê di ber xwe de bidin û xwe biparêzin.

    Navena Nûçeyan —  Cemil Bayik bersiva pirsyarên nûçegihînê BBCyê da û got: "Amerîka jî tê de, pêwendiyên PKKê bi hemû hêzên hevpeymanê yên li dijî DAIŞê şer dikin re hene".

    Hevserokê KCKê derbarê TAKê de jî wiha axivî: "Ti pêwendiyên me bi TAKê re tine û em êrîşên li ser sivîlan şermezar dikin lê êrîşên wek yên Enqereyê yên li ser leşkeran, beşeke şerî ne".

    Ji aliyekî din ve, Bayikî derbarê pirsyara xwestina Kurdistaneke serbixwe de wiha got: "Em naxwazin Tirkiyeyê dabeş bikin. Em dixwazin di hundirê Tirkiyeyê de li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn".

    Bayikî derbarê bangewaziyên rawestandina şerî de jî wiha got: "Ev bang divê li Enqereyê bên kirin, ji ber yê şer daye destpêkirin, ew e. Bangên yekalî bêwate ne".

    Bi heman mijarî:

    KCK: AKP bi vî awayî biçe dê serserkî li erdê bikeve
    KCK bersiv da Erdogan: We şer li gelê kurd ferz kiriye, ew jî dê bersivê bidin
    KCK: Em niha serxwebûnê naxwazin
    KCK: bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” rojbûna Ocalanî pîroz kir
    KCK: "Dewleta tirk dijmin e û tirs ketiye dilê dijmin"
    KCK: ‘Divê gelê me ji bo parastina hebûna xwe biherikin qadan û Newroza xwe pîroz bike'
    Etîketan:
    TAK, pkk, BBC, PKK, Cemil Bayik, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de