00:26 27 Gulan 2018
Bombaran, topbaran, bombekirin, êriş, DAIŞ

Tirkiye ji 9ê Rêbendanê ve 862 terorîstên DAIŞê kuştine

© Foto : AA/ Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Tirkiyê kordinatên baregehên çekdarên DAIŞê li Sûriyê ji hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê re eşkere kir û wan bi balafirên şer bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan — Çekdarên DAIŞê ev demekê ji aliyê Sûriyeyê moşekên katyuşa diavêjin bajarê Kilisê. Li ser vê yekê Tirkiyê cihên baregehên DAIŞê, ji balafirên hevpeymaniya navdewletî re diyar kir û wan jî duhî bi şev bombebaran kirin.

Li gor agahiyan di encama operasyona asmanî de çend çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herwiha çend çeperên wan jî hatine rûxandin.

Heta niha Tirkiyê 5 hezar û 330 top avêtine navendên DAIŞê û di encama wan êrişan de 370 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û her wiha ji 167 êrişên hewayî yên dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de jî 492 milîtan hatine kuştin.

Balafir ji Încîrlîkê rabûn

Ji aliyê din ve li gorî Ugur Erganê rojnameya Hurriyetê, ji bo ku rêxistina terorîst div an rojên dawî de bajarê Kilisê kiriye hedef, balafirên koalisyona hevpayman şeve din saet 01.00ê bi kordînatên artêşa Tirkiyeyê rabûn û êrişî çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li Sûriyeyê kirin. hat ragihandin ku di êrişê de gelek milîtan hatin kuştin û çeperên wan hatin rûxandin.

Bi heman mijarî:

DAIŞ:'Me pîlotê sûriyeyî dîl girt'
ÎDIA - Dibe DAIŞ bi çekên kimyewî êrişî Ewropayê bike
Dibe DAIŞ dîsa êrişî Brûksel û Ewropayê bike
FLAŞ ÎDIA - DAIŞ: ‘Plana êrişa li ser Girê Spî bi destê dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin'
DAIŞ salane 200 milyon dolar bi dest dixe
Etîketan:
Baregeha Încîrlîkê, DAIŞ, Hêza koalîsyona hevpeyman, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de