23:28 22 Nîsan 2018
    Refik Karakoç

    Refik Karakoç bû Serokê HAK-PARê yê nû

    © Foto : HAK-PAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR ku yek ji partiya kurdan ya Tirkiyeyê ye, kongreyeke awarte li paytextê Tirkiyeyê li bajarê Enqerê li dar xist.

    Enqere — Serokê berê yê Hak-PARê Fehmi Demir di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû û HAK-PARê ev kongre bi mebesta hilbijartina serokê nû yê giştî li dar xist.

    Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê yekemîn kongreya xwe ya awarte li paytexta Tirkiyeyê li Enqerê li dar xist. Di kongreyê di li şûna kevneserokê giştî Fehmi Demirê ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, serokekî nû yê giştî hate hilbijartin.

    Herwiha di kongreyê de digel serokê nû ji bo meclîsa partiyê jî hilbijartin hate kirin. Di hilbijartina kongreyê de Refîk Karakoç bû serokê nû yê HAK-PARê.

    Di kongreyê de Cîgirê Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Salar Osman, Berpirsyarê Têkiliyên Niştîmanî û Kurdistanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî û Nûnerê PDKê yê li Enqerê yê Omer Mîranî jî amade bûn.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Bilind Giliyê HAK-PARê kir
    Erdogan ji bo Fehmî Demîr sersaxî da HAK-PARê
    Ji HDPê ji bo Serokê HAK-PARê peyama sersaxiyê
    Barzanî sersaxî da malbata Fehmî Demîr û HAK - PARê
    PAKê ji bo Fehmî Demir sersaxî da HAK-PARê
    Etîketan:
    Kongreya HAK-PARê, Refik Karakoç, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de