12:19 19 Tebax 2017
Zindî
    Milîsên şia

    Milîsên Şîe 7 dîlên Kurd berdan

    © Foto: © REUTERS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Milîsên Şîe 7 ajovanên Kurd ku di şer û aloziyên li Xurmatuyê de dîl girtibûn, îro berdan.

    Navenda Nûçeyan — Qayimeqamê navçeya Xurmatuyê Şelal Ebdul di daxuyaniyekê de ragihand ku, her 7 ajovanên Kurd ên ku li ser rêya Bexdayê ve hatibûn revandin, îro hatin berdan û gihîştin cem kesûkarên xwe.

    Şelal Ebdul got: "Bi hewlên berdewam, me karî îro wan 7 ajovanên Kurd azad bikin û vegerînin nav malbatên wan."

    Derbarê rewşa Xurmatuyê de jî Ebdul da xuyakirin: "Rewşa Xurmatuyê niha heya qederekê aram e. Dengê guleyan her tê bihîstin lê belê rewş bi awayekê giştî aram bûye."

    Bi heman mijarî:

    Milîsên Şîe gefan li kurdên Bexdayê dixwin
    Di navbera Amerîkayê û milîsên Şîe de nakokiyên tund derketin
    Milîsên şîe zeviyên kurdan dişewitînin
    Etîketan:
    kurd, Qayimeqamê navçeya Xurmatuyê, Milîsên Şîe, Şelal Ebdul, Bexda, Xurmatu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de