20:37 16 Tebax 2017
Zindî
    Xwebexşek li Qerebaxê

    Yêrîvan Bakûyê bi binpêkirina agirbestê tawanbar dike

    © REUTERS/ staff
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Wezîrê parastinê yê Ermenistanê ragihand ku li gel hebûna agirbestê jî, artêşa Azerbeycanê şevê din 18 caran sînorên wan bombebaran kirine.

    Navenda Nûçeyan — Îro, roja yekşemê, wezîrê parastinê Ermenistanê li gel gotûbêjên agirbestê ragihand ku Azerbeycanê 18 caran herêmên sînorî yên Ermenistanê bombebaran kirine û wiha dewam kir: "Li gel hebûna girbestê jî, hêzên azerî roja 24 Nîsanê 18 deverên cuda yên sînorên Ermenistanê û bi awayekî ketûber bombebaran kirin."

    Alaya Îranê
    © Flickr/ Blondinrikard Fröberg
    Li gorî daxuyaniyê, hêzên ermenî tenê di cihên pêwîst de, bersiva bombebaranan daye.

    Ji aliyekî din ve, wezîrê parastinê yê Qerebaxê diyar kir ku hêzên azerî ji nîvroja şemiyê ve, deverên wan bombebaran dikin.

    Li gorî Azerbeycanê, di 24 saetên dawî de, agirbest 108 caran ji aliyê Ermenistanê ve hatiye binpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'
    Ermenistan û Azarbeycan şer dikin - 12 kuşti - Putîn banga agirbestê kir!
    Erdogan acêze ku Pûtîn li Ermenistan di rêûrsmê bibîranînê de beşdarbû
    Di sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de pevçûn: 10 leşker hatin kuştin
    Protestvanên Ermenistanê doza sê xwestekên nuh kirin
    Etîketan:
    binpêkirina agirbestê, agirbest, şer, Qerebax, Azerbeycan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de