12:31 20 Mijdar 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Li navçeya Wêranşara Rihayê 7 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li navçeya Wêranşara bajarê Rihayê bi tohmeta ku ‘endam û propaxandeya rêxistinê kirine'hatin girtin.

    Riha - Hevseroka HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu ya pêr li Rihayê hat binçavkirin û Emrûllah Arîs, Abdulazîz Dakkak, Ahmet Çelîk, Azîz Kanar ê ji sedî 92 bedena wî astengdar e, Azîz Kanar, Îbrahîm Çîftçî, Mazlûm Suer, Çetîn Ekîncî, Faysal Dînek, Mehmet Emîn Dal, Mûzaffer Tekînalp, Omer Kayan, Ramazan Şengal, Şahîn Dogan û Şakîr Çay ên 19'ê Nîsanê li Wêranşarê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derxistin edliyeya li navçeyê.

    Dozgeriya tirk, bi şertê kontrola edlî Hevseroka HDPê ya Rihayê Surucu, Dogan, Tekînalp û Arîs serbest berdan. Lê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" Dînek, Suer, Çelîk, Ekîncî, Çayin, Kayan û Dal ji bo girtinê sewqî dadgehê kir û dadgehê jî ew girtin. Dadgeha Tirkiyeyê girtî şand Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

    Hevseroka HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu li pêşiya avahiye edliyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku armanc şikandina îradeya wan e, lê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereye kesek bi gumana xwekujiyê hate girtin
    Li Dîlokê 7 endamên DAIŞê hatin girtin
    Hevserokê DBPê yê Amedê Ali Şimşek hat girtin
    Li Stenbolê ji ber îxbara bombeyê rawestgeh hate girtin
    Rêvebirê DBPê Firat Alokmen hat girtin
    Etîketan:
    Serdozgeriya Tirkiyeyê, HDP, Faysal Dînek, Çetîn Ekîncî, Azîz Kanar, Ahmet Çelîk, Abdulazîz Dakkak, Emrûllah Arîs, Ayşe Surucu, Riha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de