14:44 21 Tebax 2017
Zindî
    Qamişlo

    Şerê Qamişloyê sekiniye û ihtimala agirbestê heye

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Peyamnêra Ronahî Tv Xezne Nebî ji Spûtnik Kurdistanê re ragihand ku rewşa Qamişloyê niha aram e û şer sekiniye û ihtimala agirbestê heye lê hîn YPG û rejîmê ti daxuyaniya fermî nedaye.

    Navenda Nûçeyan  — Piştî şerê ku sê rojan di navbera hêzên kurd û hêzên rejîmê de dewam kir, danê êvarî agahî hatin ku agirbest hatiye ragihandin.

    Li gorî agahiyan heyeteke payebilind ya artêşa Sûriyeyê ji Şamê hatiye û li balfirgehê hevdîtinek bi YPGê re pêk aniye. Hevdîtinê dema nîvro dest pê kiriye û ber êvarê xelas bûye.

    Li gorî agahiyên ku Sputnik Kurdistan ji peyamnêra Ronahî Tv Xezne Nebî bi dest xistine, niha rewşa Qamişloyê aram e û şer sekiniye lê hîn ti agirbest nehatiye ragihandin lê ihtimal heye ku di demeke nêz de agirbest bê ragihandin.

    Heta niha ne YPG û ne jî rejîm Sûriyeyê ti daxuyaniyeke fermî derbarê agirbestê de nedaye.

    Bi heman mijarî:

    Gelê Qamişloyê bangî YPGê kir: Me biparêzin
    “Hindik ma agirbest li Qamişloyê bê ragihandin”
    Barzanî ferman da: Ji bo birîndarên Qamişloyê nexweşxane amade bin
    Birêvebiriya Kantona Cizîrê: Êrîşa li Qamişloyê êrîşeka plankirî bû
    Şerê Qamişloyê berdewam dike: 27 jiyana xwe ji dest da û 68 birîndar
    Li Qamişloyê şer car din dest pê kir
    Etîketan:
    şer, agirbest, Sputnik Kurdistan, Xezne Nebî, Qamişlo, Şam, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de