18:42 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerê Tirk di destê DAIŞê de

    DAIŞê fotografê leşkerê Tirk yê destê wan de ye belav kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    DAIŞê di kovara xwe ya bi navê Konstantiniyyê de fotografê leşkerê Tirk Serter Taş belav kir ku salek berê revandibû. DAIŞê leşkerê Tirk, weke kafir sûcdar kir.

    Navenda Nûçeyan — DAIŞ kovara Konstantiniyyê li bajarê Reqayê û bi zimanê Tirkî diweşîne. Di hejmara dawî ya kovarê de fotografên leşkerê Tirk belav kir. Li gor agahiyên ku di kovarê de tê dayin, DAIŞ leşkerê Tirk Serter Taş li bajarê Reqayê di girtîgehê de digire. Di kovarê de tê ragihandin ku wê di hejmara bêyî de hevpeyvîna ku bi leşker re hatiye kirin biweşînin.

    DAIŞê fotografê leşkerê tirk yê ku revandibû belav kir
    DAIŞê fotografê leşkerê tirk yê ku revandibû belav kir

    DAIŞÊ LEŞKERÊ TİRK Bİ KAFİRİYÊ SÛCDAR DİKE

    DAIŞê leşkerê tirk weke kafir sûcdar dike û bang lê dike ku ji bo yasayên Xwedê şer bike. Di kovarê de leşkerên Tirk weke kesên biçin dojehê tên nasandin û Hikûmeta AKPê jî weke hikûmetek taxûtî tê binavkirin. Di vê mijarê de hikûmeta AKPê weke hikûmetek ku leşkerên xwe di rêya DYA û Ewropayê de dike qurban.

    Etîketan:
    Kovara Konstantîniyye, AKP, DAIŞ, Serter Taş, Reqqa, Ewropa, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de