02:01 24 Tebax 2017
Zindî
    rûsya

    'Divê bi lez û bez em bi Rûsyayê re li hev werin, an na emê bedelên giran bidin'

    © Sputnik/ Владимир Сергеев
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 711

    Parlementerê CHPê yê Stenbolê Erdogan Toprak li ser gengeşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê nirxandin kir û got: ‘Divê em bi lez rêya çareseriyê bibînin. An na emê bedelin giran bidin.'

    Enqere — Parlementerê Stenbolê yê Partiya Cumhuriyetê ya Gel  (CHP) û Kordînatorê Gelemper yê Serşêwirmend Erdogan Toprak raportek nirxandinê ya heftane weşand. Toprak di raporta xwe de behsa rewşa têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê kir û ragihand ku divê ji nû ve rêyeke diyalogê bê dîtin.

    Toprak li ser qrîza di navebera herdu welatan de diyar kir ku ji roja balafira leşkerî ya Rûsyayê hate xistin û vir de di parastina welat de kêmasî çêbûye  û Hêzên Çekdar yê Tirk êdî  nikarin li ser sînaron bifirin.  Lewma jî bajarên me yên Hatay û Kilîs îro di bin bmbebarana terorîstên DAIŞê de ne.

    Tirkiye êdî nikare bajarên xwe biparêz e

    Di raporê de tê gotin ku di têkoşîna li dij DAIŞê de divê operasyonên hewayî jî bêne kirin lê  ji ber gengeşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) nikarin operasyonan bikin. Ji ber vê yekê jî DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê her ku diçe xustir dibe û bajarên Tirkiyeyê bombebaran dike. 



    Toprak di raportê de balê diksine lezgîniya rêya çareseriya gengeşiya di navbera herdu welatan û got: ‘5 meh in ku navbera herdu welatan nexweş in. Ji ber tevgerekek bêhiş îro Tirkiye hesabên giran dide. Divê bi lez û bez rêya çareserî û diyalogê bê dîtin. Ji bo çareseriyê divê hemû derfetên dîplomatîk bê bikaranîn. An na problem her ku diçe kûrtir û mezintir dibe. Ger ev pirsgirêk wiha dewam bike Tirkiye dê hesabên gelekî giran bide.'

    Bi heman mijarî:

    Piştî du salan lijneya Rûsya û NATOyê kom bû
    Rûsya li Kirimê tetbîqeta leşkeri kir!
    Rûsya: 'Balafira me bi ser yê Amerîkayê de metirsîya rewşeka xerab çênekiriye'
    Rûsya û Sûriya li Reqqayê li DAIŞê dan
    Rûsya: ‘Astengiya li ser Sputnîkê derqanûniye'
    Etîketan:
    kilîs, gengeşî, têkilî, daiş, sînor, chp, erdogan toprak, rûsya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de