02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Penaber

    IOM: Her roj 150 penaber ji Tirkiyeyê diçin giravên Yûnanîstanê

    © AFP 2017/ ARIS MESSINIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Saziya Navneteweyî ya Koçberan(IOM) bi raportekê nîşan da ku piştî peymana Yekîtîya Ewropayê û Tirkiyeyê hejmara penaberên koçî Yûnanîstanê dikirin kêm bûbû lê dîsa zêde dibe.

    Navenda Nûçeyan — Joel Millmanê berdevkê IOMyê dîyar kir ku li demekê hejmara penaberên diçûn yûnanîstanê bûbû sifir lê belê ‘' li van sê rojên paşiyê rojane 150 kes diçin Yûnanîstanê, ev yek jî nîşan dide ku ew rêya berê dîsa tê bi kar anîn.''

    Berdevkî li gor encamên nû got ‘' welê dixweyî ku tedbîrên rêgir hatine betalkirin.''

    Li gor lîsteya heman rêxistinê ji serê salê ve hejmara penaberên çûyîn Ewropayê ji 180 hezarê borîye. Hezar û 232 kes jî di deryayê de xeniqî ne.

    Bi heman mijarî:

    Yûnanîstan li benda alîkariya Yekîtiya Ewropayê ye
    Yûnanîstan dê ji "Herêma Schengen"ê derkeve yan na?
    Yûnanîstan: Tirkiye piştgiriya qaçaxçiyan dike
    Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
    Etîketan:
    IOM, Joel Millman, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de