11:06 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Sûriyê Wail Nadir el Helqî

    Sûriye:'Em amade ne di hevdîtinên Cenevreye de nermatiyan bikin'

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokwezîrê Sûriyeyê Vail Nadir El Halki ragihand ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ji xeyrî perçebûn û desthilatiyê em amade di her mijarê de nermayiyê bikin.

    Şam — Serokwezîrê Sûriyeyê Vail Nadir El Halki di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ji xeyrî perçebûn û desthilatiyê em amade di her mijarê de nermayiyê bikin. Lê di mijarên serxwebûn, perçebûn û desthilatiyê de em qet tawîzan nadin.

    Sûriye dê ji terorîstan were paqijkirin

    Vail Nadir El Halki di axaftina xwe de got:'Serkeftinên artêşa Sûriyeyê yên dawî di tekoşîna dijî terorîzmê de dewreke nû vekir. Hikumeta Şamê bi xwe bawere ku bi saya dostên xwe terorîstan ji Sûriyeyê paqij bike û ev serkeftin wê ne ya sûriyeyîyan be dê ya hemû gelên dinyayê be. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li şûna ku piştgiriya terorîstan bikin bila alîkariya artêşa Sûriyeyê bikin.'

    Li Cenevreyê pêşveçûn nehat bidestxistin

    El Halkî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Hikumeta Şamê ji hevdîtinên Cenevreyê gelekî bi hevî bû lê mixabin ev pêşveçûn nehat bidestxistin. Ji bo ku mixalefet ne di binê banekî de ye û ji hev cûda ne, di mizakereyan de zahmetî derdikev.'

    Bi heman mijarî:

    Şam: ‘Em nahêlin ku herêmek ferdaral ya kurdan bê avakirin'
    Rizgarkirina Palmîrayê ji bo Şam û Moskovayê serfiraziyeke stratejîk e
    Şam: ‘Rûsya hemû hedefên xwe yên Sûriyeyê pêk anîn'
    Şam, ji bo civîna Cenevreyê bi kurdan re axivî
    Serokê rêxistina Ehrar El-Şam hat kuştin
    Etîketan:
    Grûbên Mixalif, Serokwezîrê Sûriyê, Vail Nadir El Halki, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de