01:32 20 Tebax 2017
Zindî
    şer-pevçûn

    Li gel hemû zextan: Jiyan li cihê berê û ji nû ve!

    © Foto: www.barisicinkadinlar.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1610

    Piştî operasyonên dewletê yên li bajarên kurdan gelek navçe wêran bûn û bi hezaran kes ji warên xwe koçber bûn. Li ser vê yekê komeleya ‘HEWLDANA JINAN BO AŞTIYÊ' ji bo kesên hêj li bajarên xwe li ber xwe didin, kampanyayek bi navê ‘Jiyan li cihê berê û ji nû ve; ji bo her jiyanekê jûrek' da destpêkirin.

    Navenda nûçeyan — Piştî 1ê Mijdarê şerekî dijwar li seranserê bajarên kurdan dest pê kir û şer hêj bi awayekî dijwar berdewam dike.  Di 3 — 4 mehên dawî de bi sedan kes bi awayekî hovane hatin kuştin, li malen xwe di jêzemînan de û li kûçeyan hatin kuştin. Li gel vê yekê bi hezar welatî mecbûrî koçberiyê man.

    200 welatiyên sivîl di malên xwe de hatin kuştin

    Li ser welatiyên ku li malên xwe hatin kuştin,  Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) raportek daxuyand û diyar kir ku 200 welatiyên sivîl di malên xwe de hatin kuştin. Ji wan 200 kesan 182 ji wan di encama topbaranê de û 8 kes jî di encama şerî de li malên xwe jiyana xwe ji dest daye.

    Li navçeyên Sûr, Hezex, Dêrik, Cizîr û Nisêbînê kûç li ser kûçan neman. Bi hezaran avahî yan hilweşiyan an jî êdî ne ewle ne ku mirov li wan bijî.

    Li gorî raporta Yekîtiya Şaredarên Herêma Anatoliya Başûrêrojhilat (GABB) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB)  yên şaxên Amedê, tenê li navçeya Hezexê ya Şirnexê 1200 avahî xisar dîtin e û 120 avahî bi temamî  hilweşiyane.

    Kampanyeyek alîkariyê dane destpêkirin

    Ji Komeleya Hewldana Jinan Bo Aştiyê (Barış için Kadınlar), Sevîm Kalkan  derheqê kampanyayê agahî da Spûtnîkê û diyar kir ku komeleya wan hay ji berxwedana gelê kurd heye. Ji ber vê yekê ji welatiyên koçber nebûne û hêj li nava bajaran li ber xwe didin kampanyeyeke alikariyê dane destpêkirin.

    Kalkan ragihand ku gelê Şirnex, Sûr, Cizîr, Hezex,  Nisêbîn,Dêrik  naxwazin dev ji dîrok û çanda xwe berdin û ji cih û warên xwe derkevin. Gel li hember topbarana dewletê jî dîsa jî li ber xwe didin û ji malên xwe dernakevin. Lewma jî ew kampanyayeke bi navê ‘Jiyan li cihê berê û ji nû ve; ji bo her jiyanekê jûrek' dane destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de alîkariyan ji bo gelê li cihê operasyon lê tê kirin ber hev dikin û bi piştevaniya Komeleya Rojava digihînin wan.

    Di nava alikariyan de alikariyên xwarinê (şekir, rûn, birinc, ard hwd.) cil û berg, kevnikên zarokan, pêwistiyên jinan yên taybet, alavên metbexê (tup, beroş, sênî, kevçî, sarinc hwd.) hene.

    Dewlet bi bombebaranan bajarên kurdan wêran kirin

    Kalkan diyar kir ku dewlet li bajarên kurdan polîtîkayên îskanê daye destpêkirin û vê yekê bi awayekî eşkere dike û wiha got: ‘Kampanyaya me bo hemû kesên li bajarên di binê bomberanê de ye û ji bo ku vegerin warên xwe çi ji destên me bê em ê bikin. Dewlet bi bombebaranan bajarên kurdan wêran kir ji ber vê yekê bi sedhezaran kes ji mecbûrî  koçberiyê man. Dewlet vê yekê bi qestî dike. Dixwaze  bajarên kurdan vala bike û li şûna wan erebên Sûriyeyê bicih bikin. Armanc ev e.'

    Sevîm Kalkan anî ziman ku ev alîkarî hêj berdewam e û pêdiviya gel bi alikariyeke mezin heye. Divê em wan bi tenê nehêlin û herkes çi ji destên wan tê divê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şirnex - Li navçeya Hezexê 3 teqîn!
    Li Dêrik û Erdîşê 5 kes hatin binçavkirin
    Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve hat îlankirin
    Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
    SÛR - Li navçeyê li 6 kuçeyan qedexe hat rakirin!
    Sûr bi awayekî dijminî tê bombebarankirin!
    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    SÛR / NİSEBÎN - 2 hêzên tirk hatin kuştin 2 birîndar!
    Etîketan:
    barış için kadınlar, tihv, gabb, tmmob, bo her jiyanekê hûreyek, jin jiyan azadî, bajarên kurdan, hewldana jinan bo aştiyê, sevîm kalkan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de