02:26 17 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û Eduard Nalbandyan

    Rûsya:'Tirkiye li Qerebaxê dixwaze şer derxîne'

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di serdana xwe ya paytextê Yerîvana Ermenîstanê de ragihand ku daxuyaniyên Tirkiyeyê yên derbarê pirsgirêka Qerebaxê de nayên qebûl kirin.

    Yerîvan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di serdana xwe ya paytextê Yerîvana Ermenîstanê de ragihand ku daxuyaniyên Tirkiyeyê yên derbarê pirsgirêka Qerebaxê de nayên qebûl kirin û ev daxuyanî pirsgirêkan çareser nakin.

    Sergey Lavrov piştî hevdîtina hemkarê xwe yê ermenî Eduard Nalbandyan di civîna çapemeniyê de ragihand ku daxuyaniyên rêvebiriya Tirkiyeyê ji bo sedemên gelekî hêsan nayê qebûl kirin, lewra ev daxuyanî xizmeta aştiyê nake, pirsgirêkan zêdetir û krîzê kûrtir dike. Mixabin em fêrî daxuyaniyên rêvebirên tirk ên bi vî rengî bûn.

    Divê peymanên agirbestê baş werin şopandin

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê di berdewamiya axaftina xwe de got:'Rêvebiriya Moskovayê bi awayê qetî dixwaze peymana agirbesta Qerebaxê were şopandin. Em dizanin niha li Qerebaxê di pêvajoyeke çawa de derbas dibin. Ji bo bi dawî anîna krîza Qerebaxê

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kedeke mezin da.'

    Nalbandyan, Azerbeycanê pêşniyara grûba Mİnskê red kir

    Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Eduard Nalbandyan di axaftina xwe de got:' Dewleta ku pêşniyara grûba Minskê red kir Azerbeycan bû û îro Lavrov jî ev serast kir. Lewra pêşniyara grûba Minskê ku li Kazanê hatibû kirin Azerbeycanê qebûl nekir. Ev peşniyar berî hevdîtinên Kazanê, yên Soçî, Moskova, Saînt Petersburg û ya Parîsê red kiribûn.'

    Bi heman mijarî:

    Qerebax:'Di êrişa artêşa Azerbeycanê de leşkerekî me hat kuştin'
    Qerebax: ‘Em jî wekî Kurdistanê daxwaza serxwebûnê dikin'
    Qerebax: ‘Artêşa Azerbeycanê hewldanên saboteyî dike'
    Rûsya:'Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên Qerebaxê bi fikar in'
    Azerbeycan:'Hêzên ermenî li Qerebaxê agirbestê îxlal dikin'
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Ermenîstanê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Pirsgirêka Qerebaxê, Eduard Nalbandyan, Sergey Lavrov, Yerîvan, Ermenîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de