18:34 17 Tebax 2017
Zindî
    Zîrweya Konseya Hevkariya Kendavê

    KHKê û Amerîkayê ji bo çûna Esad li hev kir

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2 0 0

    Di girtina Zîrweya Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) û Amerîkayê de hat ragihandin ku dewletên kendavê û Obama li ser mayîna saziyên dewletê û çûna Beşar Esad li hev kirine.

    Riyad - Di daxuyaniya girtina Zîrweya Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) û Amerîkayê de hat ragihandin ku dewletên kendavê û Obama li ser mayîna saziyên dewleta Sûriyeyê û çûna Beşar Esad li hev kirine.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPAyê, di rûniştina girtina zîrweya KHK û Amerîkayê de dewletên kendavê û Amerîkayê hevkariya xwe ya stratejîk nû kirin. Di zîrweya KHKê de Serokwezîrê Ummanê Fahd bîn Mahmûd El Seîd, Serokê Amerîkayê Barak Obama, Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulazîz, Qralê Qetarê Hamad bîn Xelîfe, serok û emîrên dewletên ereb tevlî bûn.

    Divê rêza hemû desthilatan were girtin

    Hat ragihandin ku serokê dewletên endamê Konseya Hevkariya Kendavê û Amerîkayê ji bo rêzgirtina desthilataya dewletan û tevlînebûna karen wan li hev kirine. Di daxuyaniya encamadayîna zîrweyê de biryarên ku wê piştgiriya gelê Sûriyeyê bikin û di binê baskê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) girîngiya gihandina alîkariya însanî dupat kirin.'

    Bi heman mijarî:

    Muxalifên sûriyeyî ku Riyad piştgiriya wan dike agirbest erê kirin
    ‘Riyad hewl dide ruyê El-Nusra û Ehrar El-Şam spî bike'
    Salih Muslim: Civîna Riyad ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye
    Riyad şer dixwaze
    Siûdî piştî windakirina 500 leşkerî, pêşniyara agirbestê li Husiyan kir
    Etîketan:
    Serokatiya Amerîkayê, Konseya Hevkariya Kendavê (KHK), Selman bîn Ebdulazîz, Fahd bîn Mahmûd El Seîd, Barak Obama, Riyad, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de