03:45 21 Tebax 2017
Zindî
    Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê welêt  Ahmet Davutoglu

    Nivîskarê tirk:'Erdogan biryara xwe da, serokwezîr diguhere'

    © AFP 2017/ Kayhan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4110

    Nivîskar û rojnamevanê tirk Levent Gultekîn di gotara xwe de îdia kir ku Serokomar Erdogan ji bo guherandina serokwezîr biryara xwe da û niha jî bi serokên bajar û navçeyan re hevdîtinan pêk tîne.

    Navenda Nûçeyan - Nivîskar û rojnamevanê tirk Levent Gultekîn di gotara xwe de îdia kir ku Serokomar Erdogan ji bo guherandina serokwezîr biryara xwe da û niha jî bi serokên bajar û navçeyan re hevdîtinan pêk tîne û dibêje êdî bi Davutoglu re hew dimeşe.

    Levent Gultekin di berdewamiya gotara xwe de got:'Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryara guherandina Serokwezîr Ahmet Davutoglu daye. Her wiha çend roj berê Nasuhi Gungor jî gotibû, êdî bi Davutoglu re hew dimeşe, ev jî dide xuyakirin ku dê şer mezin bibe.'

    Armanc serokwezîrtiya Albayrak e

    Gultekin di dirêjiya gotara xwe de got:'Erdogan biryara guherandina serokwezîr daye, lewma ji niha ve bi hemû serokên bajêr û navçeyan re hevdîtinan dike û dibêje bi Davutoglu re hew tê meşandin. Lijneya Wezîran xweşik kar nake û tim bi hev re dikevin nava nîqaşan. Davutoglu di nava partiye de qet nayê hezkirin, lewra tiştek biqewime 5 parlamenter li kêleka wî cih nagrin. Ev qelş her dê zêde bibe. Ya rastî armanca sereke ya Erdogan ku Berat Albayrak bike serokwezîr e, lê serokwezîrtiya wî dê berî Binali Yildirim be an piştî wî be ne diyar e.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan ji bo sûcên xwe veşêre çapemeniyê asteng dike'
    ‘Bila qanûna cezayê ya heqareta li Erdogan bê rakirin'
    Rojnamevanê rûsî:'Pûtîn, nexwest Erdogan di avê de bixeniqe'
    Li Britanyayê bo Erdogan pêşbaziya helbestan tê lidarxisitin!
    Dîroknasê tirk ji Erdogan re: ‘Em ne di sedsala 19emîn de ne'
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Nasuhi Gungor, Recep Tayyîp Erdogan, Ahmet Davutoglu, Berat Albayrak, Levent Gultekin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de