21:37 19 Tebax 2017
Zindî
    Şerê Qamişlo

    Şerê Qamişloyê berdewam dike: 27 jiyana xwe ji dest da û 68 birîndar

    © Foto: pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9710

    Hat ragihandin ku şerî dîsa li Qamişloyê di navbera hêzên kurd û hêzên rejîmê de dest pê kir û tê gotin ku Taxa Tey ya ereban ji aliyê YPGê ve hatiye dorpêçkirin.

    Qamişlo —16:47 Yekemîn birîndarê Qamişloyê derbarî herêma Kurdistanê bû

    Hat ragihandin ku birîndarekî şerê Qamişloyê ji bo dermankirinê gihişt herêm Kurdistanê.

    14:50 Rewşa nexweşxaneyan li Qamişloyê

    Piştî êrîşên bi hawanan li ser bajarê Qamişloyê, hinek nexweşxane hatin valakirin û birîndaran dibin bajarên derdorê.

    14:33 Hejmara kuştiyên hêzên rejîmê û hêzên bi ser wê ve
    Li gorî ajansa Reutersê, fermandarekî hêzên kurd diyar kir ku heta niha nêzîkî 21 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

    14:27 Hejmar kuştî û birîndarên sivîl

    Hat ragihandin ku di êrîşên rejîma Esadî de li ser Qamişloyê heta niha, 23 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 68 kes jî birîndar bûne. Welatiyên birîndar li nexweşxaneyên Qamişlo û bajarên derdorê tên dermankirin.

    14:22 Hat îdiakirin ku YPGê çargoşeya ewlekariyê  kontrol kir

    14:14 YPG: Em êdî di nav şerî de ne

    Berdevkê YPGê ragihand, piştî rejîmê dest bi bombebarana ketûber kir, em êdî amade ne sivîlan ji rejîmê biparêzin piştî ku ya dawî xwest rewşê xerabtir bike û em ê bi hemû hêza xwe şer bikin.

    14:08 Suryanî li dijî kurdan şer dikin
    Agahî hene ku Suryanî jî alîkariya rejîmê dikin û li dijî YPGê şer dikin.

    14:01 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye û ya birîndaran

    li gorî agahiyên dawî, 4 endamên YPGê û sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û 14 endamên YPGê 4 sivîl jî birîndar bûne.

     

    13:00 Daxuyaniya serokê herêma Kurdistanê

    Serokê herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî ferman da ku nexweşxane amade bin ta ku birîndarên şerê Qamişloyê wergirin. Herwiha hatibû ragihandin ku YPGê ji ber topbarankirina rejîmê, neçar mabû ku du nexweşxaneyan vala bike.

    12:45 Herêmên şer li wan berdewam dike

    Li gor agahiyan, li kolana Wehdê,Kesbo,Kornîş û Çargoşeya Ewlekariyê şerekî giran di navbera navbera şervanên YPGê û Hêzên rejîma Sûriyeyê de derketiye.

    12:20 Destpêka şerî li Qamişloyê

    Hat ragihandin ku şerî dîsa li Qamişloyê di navbera hêzên kurd û hêzên rejîmê de dest pê kir û tê gotin ku Taxa Tey ya ereban ji aliyê YPGê ve hatiye dorpêçkirin. Herwiha şer li nêzîkê sînorê Tirkiyeyê û li derdora navenda ewlehiyê jî hene. Now there are clashes between #Kurdish force and airforce intelligence near the Turkish border & security perimeter #syria

    Bi heman mijarî:

    Beşek ji xelkê Qamişloyê diçe Amûdê
    Li Qamişloyê şer car din dest pê kir
    Teqînek li Qamişloyê çêbû
    Şerê Qamişloyê berdewam e: Hêzên kurdan 45 leşkerên rejîmê teslîm girtin
    Li Qamişloyê teqîn: 6 birîndar!
    Etîketan:
    pevçûn, şer, Hêzên Rejîma Sûriyê, YPG, Qamişlo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de