02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Şerê Qamişlo

    Şerê Qamişlo yê navbera YPG û leşkerên rejimê didome

    © Foto: Pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2610

    Pevçûnên ku li bajarê Qamişlo piştî êrişên rejîmê, di navbera hêzên rejîmê û Asayîş-yekîneyên herêmî yên YPGê de destpê kiribûn, îro jî didomin.

    Qamişlo — Pevçûnên ku duhî li Çerxerêya Wehdê li ser êrişa hêzên rejîmê ya li hemberî noqteyek Asayîşê ji nû ve destpê kiribûn, berdewam dikin. Pevçûn niha li ser rêya Wehdê, derdora avahiya Emin Siyasî (îstîxbarata siyasî) ya rejîmê, kolana Kesbo û Çargoşeya Ewlekariyê didomin.

    Hêzên rejîmê û pêxwasên wê, di 19ê nîsanê de endamekî YPGê ku derketibû sukê girtibûn û ew şandibûn Şamê. Her wiha di 20ê nîsanê de jî li Çerxerêya Sebeh Behrad êrişî ekîbek trafik û asayîşê kiribûn û di êrîşê de 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dabûn.

    Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dabûn û li gelek cihan pevçûn derketibûn. Piştî ku pevçûn belav bûn û rejîmê sivîl hedef girtin, yekîneyên herêmî yên YPGê jî mudaxele kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Gelê Qamişlo îro jî li ser sînor bûn
    ROJAVA - Artêşa tirk Qamişlo bombebaran dike!
    Di roja bîranîna serhildana Qamişlo de gel daxwaza federalîzmê kir
    Qamişlo - YPG: Dewleta tirk êriş kir, me bersiv da!
    Etîketan:
    Şerê Qamişlo, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên artêşa Sûriyeyê, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de