12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Turk

    Turk: ‘Bila Barzanî wekî serokê kurdan rola xwe bilîze'

    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2030

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê rola xwe bilîze.

    Mêrdîn — Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdîmê Ahmet Turk di daxuyaniyeke rojnamevanî de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku ji bo bidawîkirina şer û rewşa aloz a li bajarên kurdan wekî rêberekî kurdan rola xwe bilîze.

    Turk ji rojnamevan re got, çarenivîsa kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û gerek roj bi roj gotûbêj û diyalog di navbera kurdan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan berfirehtir bibe.

    Her wiha Turk anî ziman ku li Tirkiyeyê di nav gel de jî daxwazekê wisa heye ku Barzanî wekî serokekî kurdan rola xwe ya erênî di bidawîkirina şer û pevçûnan de bilîze.

    Hevşaredare Bajarê Mezin ê Mêrdînê anî ziman ku eger kurdên werin tepeserkirin, piştre dê arîşe rastî kurdên Rojava û Herêma Kurdistanê jî bên.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: ‘Di nav partiya me de nêrînên dijber tune ye'
    Li Mersînê Hevşaredarê Akdenizê Turk jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin
    Parêzerê tirk: ‘CNN TURK û Ahmet Hakan Elçi kirin hedef'
    Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
    Ahmed Turk: Dewlet dixwaze bandorê li ser hilbijartinan bike
    Etîketan:
    Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Mesûd Barzanî, Ahmet Turk, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de