16:25 26 Nîsan 2018
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    GABB û TMMOB li ser rewşa dawî ya Hezexê raportek weşand

    © Sputnik / O.F Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Şaredarên Herêma Anatoliya Başûrêrojhilat (GABB) û Yekîtiya Odeyên Mîmam û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB) li ser Hezexa piştî operasyonên dewleta tirk raportek amade kirin û raportê bi gel re parvekirin.

    Amed — Yekîtiya Şaredarên Herêma Anatoliya Başûrêrojhilat (GABB) û Yekîtiya Odeyên Mîmam û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB)  şaxên Amedê derheqê navçeya Hezex ya Şirnexê raportek weşandin. Di raportê de tê gotin ku beriya operasyonan hejmara navçeyê 26 hezar û 500 bû lê piştî rakirina qedexeyan ên qismî li navçeyê ten 15 hezar mirov man.

    Roport  tundiya operasyonan careke din dide ber çavan. Lewra di raportê de tê gotin ku di navçeyê de hezar û 200 avahî xisar dîtin e. Ji wan hezar û 200an; 700 kêm xisar, 100 ji wan jî xisarên mezin dîtine. Hate diyarkirin ku 120 avahî bi temamî  hilweşiyane. Di raportê de tê gotin ku bi hezaran welatî ji ber operasyonên dewleta tirk koçber bûne.

    Li gorî raportê li taxên Turgut Ozal  û Yenîmahalleyê gelek welatî naxwazin xaniyên wan bên hilweşandin, tene bên veherandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnex û Colemêrgê şer: 2 leşker hatin kuştin 7 jî birîndar bûn
    ŞIRNEX - Bi roketan êrişî baregeha polêsan hat kirin! Gelek birîndar hene
    Şirnex - Li navçeya Hezexê 3 teqîn!
    Şirnex - Fermandarek û 5 endamên YPS jiyana ji dest dane
    Etîketan:
    operasyonên dewletê, şirnex, amed, hezex, şer, Yekîtiya Odeyên Mîmam û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB), Yekîtiya Şaredarên Herêma Anatoliya Başûrêrojhilat (GABB), tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de