12:56 17 Kanûn 2017
Zindî
    Xeze

    Sozên Tirkiyeyê ji bo Filistînê giş derew derketin

    © Ruptly. Nazar Alian
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Banka Cîhanê, ragihand ku beşeke mezin ji sozê piştî şerê Xezeyê yê 2014an de nehatine cih û yek ji wan welatên ku sozên xwe bi cih neanîne jî Tirkiye ye.

    Navenda Nûçeyan  —Banka Cîhanê ragihand ku rêkeftina parvekirina dahatê ya di navbera Îsraîl û Filistînê de ku berî 20 salan pêk hatibû, ne li gorî roja îro ye yan jî nayê sepandin.

    Herwiha raportê diyar kiriye ku dewletên ku berpirsyarî pejirandiye ku alîkariya Xezeyê di kêşeyên wê yên aborî de bike, berpirsyariya xwe nayênin cih.

    Ji aliyekî din ve, Banka Cîhanê eşkere kir ku biryar haribû dayîn ku 3.5 milyar dolarî bidin Xezeyê lê tenê 1.4 milyar dolar hatiye dayîn û tenê Holanda û Amerîkayê sozên xwe anîne cih.

    Li gorî raporê, Almanya 88%, Tirkiye 32%, Erebistana Siûdî 10% û Qeter jî 15% ji sozên xwe anîne cih.

    Bi heman mijarî:

    Vatîkanê bi fermî, Filistîn wekî dewlet nas kir
    Parlamentoya Yûnanîstanê Filistîn nas kir
    Atîna dixwaze bi riya parlamento Filistîn danpêdan bike
    Vatîkanê Filistîn wek dewletek serbixwe nas kir
    Etîketan:
    Banka Cîhanê, Qeter, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Xeze, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de