07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Weqfa Ensarê

    Ji bo destdirêjiya zarokan 508 sal ceza hate birîn

    © Fotograf: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Karamanê di doza destpêkê ya destdirêjiya 10 xwendekaran de biryar hate standin. Muharrem Buyukturkê ku bi destdirêjiyê dihate tohmetkirin 508 sal 3 meh cezayê girtîgehê stand.

    Karaman —Di doza yekemîn ya derbarê mamosteyê bi navê Muharem Buyukturkê 54 salî biryar hate standin ku bi îdiaya destdirêjiyê hatibû girtin.

    Ji ber ku ti parêzerî nexwest bersûcî biparêze baroya Karamanê parêzerek jê re şand. Bersûc Buyukturk sûcên derbarê xwe de qebûl nekir û got ku polêsan ew xapandiye.

    "508 SAL CEZA HATE DAYİN"

    Dadgeha Ceza ya Giran ya Karamanê piştî ku îfadeya Buyukturk wergirt biryara xwe da. Li gor biryara dadgehê ji ber sûcên ku "destidirêjî li hember zarokan kiriye", "bi zanebûn birîndarî" û "temaşekirina dîmenên mustehcen" 508 sal û 3 meh ceza da Buyukturk.

     

     

     

    Etîketan:
    Weqfa Ensar, Baroya Karamanê, Muharem Buyukturk, Karaman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de