08:00 18 Kanûn 2017
Zindî
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    TîHV: 200 kes di malên xwe de hatin kuştin

    © Sputnik/ O.F Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    TÎHVê derbarê qedexeyên li bajarên kurdan û hejmara kuştiyan de raportek weşand. Li gorî raportê di dema qedexeyan de 78 zarok, 69 jin, bi giştî 388 kesên sivîl hatin kuştin. TÎHVê da zanîn ku 200 welatî di malên xwe de bi çekên giran hatin kuştin.

    Enqere — Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), derheqê encama qedexeyên li bajararên kurdan yên di navbera 16ê Tebaxa 2015an  û 20ê Nîsana 2016an de raportek weşand. Di raportêde hejmara jin, zarok, extiyarê hatine kuştin bi awayekî zelal hatin eşkere kirin. Li gorî agahiyên raportê  ji  16ê Tebaxê heta niha di nava 249 rojan de herî kêm 338 sivîl hatin kuştin û ji wan 338 kesan 78ê jê zarok bûn. TÎHVê da zanîn ku ji 69 jinên ku hatin kuştin,  30 ji wan temenê wan li ser 60 salan e.
    TÎHVê destnîşan kir ku li 22 navçeyan 65 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û wiha vegot: ‘Li Amedê 35, li Şirnexê 10, li Mêrdînê 11, li Colemêrgê 5, li Mûşê 1, li Xerpêtê 1 û li Êlihê 2 bi giştî li 22 navçeyan bi awayekî fermî qedexeya derketine derve hate ragihand.'

    Hate diyarkirin ku herî kêm bê navber 65 rojan bê navber kolan li welatiyan hatine qedexekirin. Di van qedexeyan de milyon û 642 hezar kes ji mafên xwe yên bingehîn ê jiyanê mahrûm man û li gorî daxuyaniya wezareta tenduristiyê jî 355 hezar kes neçar mane ku koçber bibin. 



    200 sivîl li malên xwe hatine qetilkirin

    TÎHVê di berdewama raporê de daxuyand ku 200 welatiyên sivîl di malên xwe de hatin kuştin. Ji wan 200 kesan  182 ji wan di encama topbaranê  û 8 kes jî di encama şer de li malên xwe jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Rexistina HDPê ya Îzmirê operasyonên li bajarê kurdan şermezar kir
    Parlamenterê ermen: ‘Şerê li bajarê kurdan komkujiya ermeniyan tîne bîra me'
    Li Rojava bi hezeran ciwan li dijî êrişên li bajarê kurdan meşiyan
    Terorîstên DAIŞî êrişî bajarê kurdan kirin: 2 kuştî û 10 jî birîndar in
    Li bajarê kurdan dawî li kuştinan nayê
    Heyetên navneteweyî wê hilbijartinên li bajarê kurdan bişopînin
    Etîketan:
    binpê, raporta mafên mirovan, TİHV, şer, bajarên kurdan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de