15:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hilweşandina avahiyekê li Bexdayê

    Xizaniyê Iraq kiriye bazara organfiroşan

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Iraqê ji ber rewşa aboriyê, hejmara kesên xizan her ku diçe zêdetir dibe. Bi zêdebûna hejmara xizaniyê re gelek kes neçar dimînin ku organên xwe bifiroşin.

    Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeyek ku di malpera BBC Erebî de hatiye belavkirin Banka Cîhanê ragihandiye ku di sala 2014an de li Iraqê di nava hejmara giştî de hejmara xizanan ji sedî 22 û nîv e. Yanî li gor 30 milyon hejmara Iraqê ev tê wateya ku her ji çar kesan yek xizan e. Rewşa xizaniyê bixwe re dihêle ku bazara organfiroşiyê jî pêş bikeve.

    "LI HERÊMA KURDISTANÊ ORGANFIROŞÎ ZÊDETIR E"

    Li gor heman nûçeyê, kesên bazara vî karî dikin gurçikekê bi 10 hezar dolaran dikirin. Ev jî dibe sebep ku gelek kesên xizan organên xwe bifiroşin. Hikûmeta Iraqê di sala 2012ê de ji bo astengkirina bazirganiya organfiroşiyê de yaseyek nû derxistiye. Li gor yaseyê tenê xizm dikarin bi daxwaza xwe organên xwe bibexşînin.

    BBC bi kesekî re axiviye ku ji ber bazara organan hatiye girtin û di girtîgehê de ye. Kesê ku navê wî Mihemed e dibêje ku karê organfiroşiyê bêhtir li nexeşxaneyên taybet çêdibe. Li gor vî kesî, ji ber ku li herêma Kurdistanê kontrol siviktire bazirganî li vir hêsantir çêdibe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Organfiroşên DAIŞê 12 doktorên xwe îdam kirin
    Etîketan:
    BBC Erebî, Iraq, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de