22:32 18 Hezîran 2018
Tural Kerîmov

Rojnamevanê alman:'Astengkirina azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di asteke bilind de ye'

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Rojnamevanê alman Veronîka Hartman ku li Stenbolê dijî ragihand ku astengkirina azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê derketiye asteke gelekî bilind.

Stenbol — Rojnamevanê alman Veronîka Hartman ku li Stenbolê dijî derbarê dersînorkirina Midurê Giştî yê Spûtnîkê Tural Kerîmov de ragihand ku astengkirina azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê derketiye asteke gelekî bilind. Dersînorkirina rojnamevanan li Tirkiyeyê sepaneke nû we. Rojnamevanê biyanî têne binçavkirin û naxwazin ev were eşkere kirin. Her diçe metirsî zêde dibe û ev rewş ji bo me tiştekî nû we.

Em ne li hemberî Tirkiyeyê ne

Veronîka Hertmann li ser navê rojnamevanên biyanî bagn kir û got:' Em azadiya çapemeniyê dixwazin. Em naxwazin bi metirsiya dersînorkirinê re rû bi rû bimînin, lewra em ne li dijî Tirkiyeyê ne. Em ji vî welatî hezdikin û dixwazin kare xwe bikin.'

Pozîsyona rêvebirên Tirkiyeyê nayê guherandin

Rojnamevanê almanî di dirêjiya axaftina xwe de got:'Li Tirkiyeyê dengê pirsgirêkên derbarê azadiya çapemeniyê de zêde bilind dibe û tu kesê ku bikaribe vê pozisyona rêvebirên Tirkiyeyê biguherîne tuneye. Jixwe mirovên kolanan jî zêde girîngiyê nadin mijara azadiya çapemeniyê.'

Bi heman mijarî:

Kurtulmuş:'Dersînorkirina Midurê Spûtnîkê yê Tirkiyeyê ji bo sedemên ewlehî bû'
Destûr nedan Midurê Spûtnîkê derbasî Tirkiyeyê bibe
Objektîfbûna Spûtnîkê hinek kes aciz kirin
Tirkiye, bi astengkirina Spûtnîkê dixwaze bale bikşîne ser xwe
TIB:'Astengkirina Spûtnîkê demkî ye, biryara dawî dê dadgeh bide'
Etîketan:
Midurê Giştî yê Spûtnîkê, Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê, Dersînorkirina rojnamevanan, Veronîka Hartman, Tural Kerîmov, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de