07:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Demirtaş

    Demirtaş:'Tirkiyeyê daxwaza vegera masê ya Qendîlê red kir'

    © Foto: DİHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş ragihand ku çend meh berê me pêwendî bi PKKê re danî, Qendilê daxwaza vegera masê ji Tirkiyeyê kir lê hikumetê red kir.

    Stenbol — Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş li Stenbolê di civîna çapemenî de ragihand ku çend meh berê me pêwendî bi PKKê re danî, Qendilê daxwaza vegera masê ji Tirkiyeyê kir lê hikumetê ev pêşniyara Qendîlê red kir.

    Selahatin Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de got:'Ez liv ir cara pêşî eşkere dikim. Hikumet jî dizane ji bo ku careke din rêya diyalogê vebe û her du alî vegerin masê, me pêwendî bi Qendîlê re danî. Ew jî dizanin ku em ji bo vê hewl didin û yê ku ev red kir jî dîsa hikumet bi xwe bû.'

    Mase bi yek alî nabe

    Demirtaş di dirêjiya axaftina xwe de got:'Em ê vê dubare bikin, her cara ku firsenda diyalogê çêbibe, em ê zorê li her du aliyan bikin. Qendîlê got em ji bo hevdîtinan amade ne, lê yên Enqereyê gotin qet nabe, em venagerin maseyê û tu pêvajo jî nemaye. Hetanî ku ev wiha bêjin, ma gelo bi yek alî mase dibe?'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Eger şer xelas bûbe li maseyê vegerin
    Demirtaş: ‘Astengkirina Sputnikê nayê qebulkirin'
    Demirtaş: Bi xweseriyê kêşe nayê çareserkirin
    Heyeta HDPê bi serokatiya Demirtaş gihîştin Almanyayê
    Demirtaş: 'Kesên ji mirovahiyê bêpar gefên deranîna hemwelatiyê li me dixwin'
    Etîketan:
    Hikumeta Tirkiyeyê, PKK, HDP, Selahatin Demirtaş, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de