02:43 24 Hezîran 2018
binçavkirin

Li Mûşê operasyona qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin

© Foto: twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li navenda Mûşê û navçeyên bajêr di operasyonên siyasî de Hevşeradera Kopê Fîgen Yaşar û endamên meclîsê yên şaredariyê jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin.

Mûş — Li navenda Mûşê û navçeyên Dêrxas û Kopê di operosyanên siyasî hatin kirin û di encamê de 35 kes hatin binçavkirin. Li Kopê, Hevşaredara Kopî Fîgen Yaşar jî di nav de 28 kes hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê. Li navenda Mûşê û navçeya Dêrxasê jî 7 kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Her wiha polîsên ku bi ser avahiya Şaredariya Kopê de girtin, li avahiyê lêgerîn kirin. Polîsên ku dest danîn ser belge û arşîva şaredariyê, ji şaredariyê veqetiya. Di encama operasyonan de ji 35 kes hatin biçavkirin.

Ji 35 kesên ku hatin binçavkirin navên 28 kesan wiha ne: Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar,Endamê Meclîsa Şaredariyê Zafer Sonmez, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Seyîthan Akkaya, Hevseroka Navçeyê ya HDPa Kopê Selvî Kaya û welatiyên bi navê Atîk Çetîn, Veysî Kaya, Zulfîkar Gunduz, Tahîr Agca, Fesîh Akdenîz, Muhsîn Suna, Orhan Çarikçi, Muhîttîn Çetîn, Mesna Çetîn, Cemîl Akdenîz, Beşîr Balikçi, Muharrem Ozbent, Celal Koçkar, Adem Dogru, Zahîr Yureklî, Yusuf Yureklî, Yaşar Akdenîz, Bedrîye Akdenîz, Asîme Çetîn, Turkan Akdenîz, Hurdan Çarikçi, Seyîthan Kaya, Zekî Kaya û Serhat Tokyay.

Bi heman mijarî:

Operasyonên siyasî: 3 jê zarok 6 kes hatin binçavkirin
Li Mereşê 5 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin
Hevserokê DBPê yê Şirnexê Yahya Îdîn hate binçavkirin
Operasyon li ser DBPya Amedê: 14 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê 9 endamên HDPê hatin binçavkirin
Hevserokê HDPê yê Colemergê û 3 welatî hatin binçavkirin
Etîketan:
şaredarî, mûş, qirkirin, operasyonên siyasî, binçavkirin, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de