03:33 14 Kanûn 2017
Zindî
    Yekîtiya Erebî

    Yekîtiya Erebî ji bo Golanê dicive

    © Foto: AA/ Mohamed Hossam
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Erebî li hember civîna lijneya wezîrên hikûmeta Îsraîlê ya li Golanê, wê sibê kombûneke awarte li dar bixe.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja yekşemî cara destpêkê li Girikên Golanê civîna wezîran li dar xistibû û gotibû ku "ew ê heta hetayê Girikên Golanê di destên xwe de bihêlin." Hikûmeta Sûriyê li hember vê bûyerê daxuyaniyên tund belav kiribû. Yekîtiya Erebî jî li ser daxwaziya Kûweyt û Bahreynê wê sibê bicive.

    Nûnerê daimî yê Yekîtiya Erebî yê Kûwêtê Ahmed Abdurehman el Bekir bi daxuyaniyeke nivîsekî ragihand ku wan biryar girtine roja pêncşemê li ser mijara Girikên Golanê bicivin.

    Girikên Golanê, di meha hezîranê ya sala 1967an de di encama Şerê Şeş Rojan de ketibû bin desthilatdariya Îsraîl ku ev şer di navbera hin welatên Erebî û Îsraîlê de qewimiye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamena Erebî Hizbulahê weke rêxistina terorî îlan kir
    Serokomarê Îsraîl: ‘Perçebûna Sûriyeyê baştir e'
    Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Îsraîl êrişî Xezzeyê kir
    Etîketan:
    Yekîtiya Erebî, Ahmed Abdurehman el Bekîr, Benyamîn Netenyahû, Girikên Golanê, Sûriyê, Kuweyt, Bahreyn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de