07:38 23 Hezîran 2018
Muqteda Sedr

Li Iraqê krîza siyasî didome: Sedr banga çalakiyên nû kir

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Iraqê krîza siyasî ya avabûna hikumeteke nû didome û Serokê Tevgera Sedr Muqteda el Sedr banga hevalbendên xwe kir ku derkevin kolanan û çalakiyan pêk bînin.

Bexda — Li Iraqê krîza siyasî ya avabûna hikumeteke nû didome û Serokê Tevgera Sedr Muqteda el Sedr banga hevalbendên xwe kir ku derkevin kolanan û çalakiyan pêk bînin.

Ev demeke ku Endamên Tevgera Sedr li çend bajarên Iraqê bi sedema bêrêtî û neqanûniyê çalakiyan pêk tînin. Her wiha Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr piştgirî dabû lîsteya hikumeta teknokratan ya Heyder Ebadî û ji bo ku ev proje bi ser neket û bi tu awayî nehat dengdan, bang li hevalbendên xwe kir ku derkevin kolanan.

Sedr di peyama ku ji hevalbendên xwe re şand de ragihand ku ji bo em zorê li bêrêtî û neqanûnîya siyasetmedaran iraqî bikin divê em çalakiyên aştiyane pêk bînin. Tu kes nikare vê tevgerê bide rawestandin, lewra ev şoreş dê tekeve rêyeke din.

Muqteda Sedr di berdewamiya peyama xwe de ragihand ku divê demek berî demekê dengdayîna hikumeta teknokratan ya parlamentoya Iraqê were kirin.

Bi heman mijarî:

Muqteda Sedr: ‘Divê kurd jî tev li rêveberiya Iraqê bibin'
Muqteda Sedr Heşda Şebî hişyar kir
Amerîka daxuyand:Emê 200 leşkerên din bişînin Iraqê
Serokê Parlamentoya Iraqê hat dûrxistin!
Artêşa Iraqê bi dehan girtiyan ji destê DAIŞê rizgar kir
Etîketan:
Hikumeta nû ya Iraqê, Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de