09:17 21 Hezîran 2018
Axaftina Kemal Burkay ya merasîma cenazeyê Ramazan Baştaş

Burkay:'Bila PKK û dewlet çekan bêdeng bikin'

© Foto : facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Siyasetmedar û Serokê Hak Parê yê berê Kemal Burkay ragihand ku bila PKK çekan deyne û dewlet jî operasyonan rawestîne.

Mêrdîn — Siyasetmedar û Serokê Hak Parê yê berê Kemal Burkay di merasîma definkirina cenazeye yek ji avakarê Hak Parê Ramazan Baştaş de ragihand ku Baştaş piştî 12ê Îlonê çû bajarê Stockholmê û salên dirêj di nava partî û komeleyê de em bi hev re xebitîn.

Darizandin, dadgeh, girtin
© Fotolia / Andrey Burmakin
Kemal Burkay di berdewamiya axaftina xwe de got:'Baştaş jî endamê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bû û di demên dawî de piştgiriya Hak Parê dikir. Mixabin ji ber nexweşiyê hê di emrekî ciwan de jiyana xwe ji dest da.'

Divê Tirkiye projeyên rast têxe meriyetê

Burkay di dirêjiya axaftina xwe de bûyerên dawî yên bajarên kurdan nirxandin û got:'Ji berê de jî tiştê ku em dibêjin, bila PKK çekan deyne û dewlet jî operasyonan bi dawî bike. Lewra çek danîna PKKê gaveke gelekî girîng e. Lê ev têra çareseriya pirsgirêka kurd nake. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê, divê hikumeta Tirkiyeyê van pirsgirêkan bi projeyên rasteqîn çareser bike. Em hevî dikin eqlêsêlim xalib were û em ji vê dewra xeternak xilas bibin.'

Bi heman mijarî:

HAK-PAR ji bo serxweşiyê çû serdana HDPê
HAK-PAR: Em mîtîngan li dar naxin
Dadgeha Bilind Giliyê HAK-PARê kir
Erdogan ji bo Fehmî Demîr sersaxî da HAK-PARê
HAK-PARê îdiaya ‘alîkariya AKPê' dirawand
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Merasîma cenazeyê Ramazan Baştaş, Ramazan Baştaş, Kemal Burkay, Mêrdîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de