23:25 19 Hezîran 2018
ferhat encu

Parlementerê HDPê: Gelê Silopiyayê tên cezakirin

© Sputnik/ Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Parlamenterê HDPê Ferhat Encu diyar kir ku li Silopiyayê ne şer û ne jî pevçûn heye lê hêj derketina derve qedexeye û hêzên tirk heta niha li du taxan bi qasî 200 avahî hilweşandin.

Şirnex — Li navçeya Silopiya Şirnexê ‘qedexeya derketina derve' di roja 16emîn de didome. Di êrişên topbaranê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan avahî ji hêla hêzên tirk ve hatin hilweşandin. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu derbarê rewşa navçeyê de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê  axivî û aşkere kir ku li navçeyê tu pevçûn tuneye lê dîsa jî qedexeya derketina derveyê  berdewam e û wiha got: ‘Armanceke ve qedexeyê heye, ew jî biryara 'desteserkirinê' ye. Gel tên mexdurkirin. Gelek cihên ku hatine dorpêçkirin têne hilweşandin. Dewleta tirk ji bo bi rihetî avahiyan hilweşîne derketina derve qedexe dike.'

‘Gel tên cezakirin'

Encu di dirêjiya axaftina xwe de got ku di encamê de bi qasî 37 roj in ku li Silopiyayê qedexeya derketina derve berdewam e û dewlet dixwaze bi van qedexeyan gel ceza bike û wiha pêde çû: ‘Mafên gel ê îtirazê ji destên wan hatine girtin. Heke derketina derve nehata qedexekirin, dê gel li dijî vê hilweşandinên avahiyan derketana. Kesên ku nerazîbûnê nîşan didin ji hêla polîsan ve tên binçavkirin û rastî cezayên giran tên.'

Bi heman mijarî:

Li Şirnex û Colemêrgê şer: 2 leşker hatin kuştin 7 jî birîndar bûn
ŞIRNEX - Bi roketan êrişî baregeha polêsan hat kirin! Gelek birîndar hene
Şirnex - Li navçeya Hezexê 3 teqîn!
Sûr, Hezex, Cizîr û Silopiya: Bîlançoya êriş, qedexe, şer, kuştî û birîndaran
Li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanek bi guleyan hat kuştin
Etîketan:
silopiya, gel tên cezakirin, qedexe, bajarên kurdan, hdp, ferhat encu, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de