15:36 21 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê

Partiyên Kurdan: Referandûm mafê dîrokî û meşrû yê kurdan e

AFP 2016 Fabrice Coffrini
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

YNK, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê li hev civiyan û daxuyaniyek hevpar belav kir, “Referandûm mafê kurdan ê meşrû û dîrokî ye”.

Silêmanî  — Duh YNK, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, li navenda YNKê li Silêmaniyê civiyan.

Her çar partiyan daxuyaniyeke çapemendiyê da û eşkere kir ku qeyrana siyasî, rewşa Kurdistanê li Iraqê û karîgerkirina parlementoyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha hat ragihandin ku "yekrêziya aliyên herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê jî hat guftûgotkirin".

Herwiha daxuyaniyê teqez kir ku referandûm mafê gelê Kurdistanê yê dîrokî û meşrû ye.

Bi heman mijarî:

Di encama civînê de PDK û YNK li hevkirin ! 5 made
YNK: Dewleta tirk 6 meh in dest daniye ser derhatên Herêma Kurdistanê!
YNK ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê: ‘Erê, lêbelê ...’
YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
Etîketan:
referandûm, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, YNK
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de