05:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye, Îdlîb

    Rejîma Sûriyeyê êrîşî sivîlan û asayîşê kir (HAT NÛKIRIN)

    © REUTERS/ Ammar Abdallah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 03

    Pêxasên rejîma Baas a Suriyeyê ku wekî Dîfa Wetenî tên zanîn, êrîşî sivîlan û ekîba asayîşê kir.

    Qamişlo — Êrîş îro saet derdora 11.00an de li bajarê Qamişlo pêk hat. Li gorî agahiyan pêxasên rejîma Baasê ku wekî Dîf'a Wetenî tên zanîn, êrîşî ekîbek trafîkê û asayîşê kir. Li ser vê yekê hêzên asayîşê jî mudaxele kir.

    Hêzên Asayîşê çargoşeya ewlekariyê ku hêzên rejîmê tê de ne, dorpêç kir.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ajokarekî sivîl jiyana xwe ji dest daye.

    Şerî nêzîkî 20 xulekan berdewam kir ku niha bazara Qamişlo hatiye girtin û sivîl di nava bazarê de nemane.

    Li gorî agahiyên dawî yên hatine bidestxistin, 12 endamên rejîmê hatine kuştin û 12yên din jî hatine dîlkirin, herwiha 2 endamên Asayîşê jî jiyana xwe di dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Obama ji bo rejîma Sûrî, ji Rûsyayê re got...
    Rejîma Îranê kincê kurdî qedexe kirin
    DYA di guhartina rejîma Kûbayê de berjewendîdar e
    Li Munîhê rejîma Îranê hat şermezarkirin
    Etîketan:
    rejîma Baas, Hêzên Asayîşê çargoşeya ewlekariyê, êriş, sûriye, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de