01:33 14 Kanûn 2017
Zindî
    erdogan

    ‘Bila qanûna cezayê ya heqareta li Erdogan bê rakirin'

    © Foto: Salih Zeki Fazlıoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    45 rewşenbîrên ku di nav de Ahmet Însel, Ayşegul Devecîoglu, Gulseren Onanc, Aydin Engîn jî hene danezanek weşandin û diyar kirin ku bila cezayên ji ber 'hekareta serokomar' tên dayîn bên rakirin.

    Navenda nûçeyan —  45 nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û hunermend ji bo madeya TCK 299emîn ya Qanûna Cezayê ya Tirk bê rakirin hatin ba hev û danezanek hevpar weşandin.

    Di danezanê de tê gotin ku divê ev qanûna ku dibe sedema 4 sal ceza bê rakirin û  bêhna serokomar jî  li hember rexneyan fireh be. Lewra li gorî Makeqanûna Komara Tirkiyeyê, meqamê serokomariyê  weke temsîla  dewletê ye û yekîtiya welatiyan temsil dike.

    Di berdewama danezanê de tê gotin ku: ‘Qanûna TCK 299emîn ya Qanûna Cezaya Tirk li dijî hiqûqê ye û divê bê betalkirin. Ev yek hewcedariya raseriya hiqûqê ye.  Divê meqamê serokomariyê ji rexneyan re vekirîbe û divê tenê yasayên ku hemû gel diparêzin di nava qanûnan de bimînin.'

    Navên rewşenbîrên ku danezanê weşandin wiha ne:

    Ahmet Dîndar, Ahmet Însel, Ahmet Umît, Aydin Engîn, Ayşe Erzan, Ayşegul Devecîoglu, Baskın Oran, Celal Korkut, Cengîz Aktar, Dîlek Gokçîn, Ercan Îpekçî, Ergîn Cînmen, Ferhat Kentel, Ferhat Tunç, Fîkret Başkaya, Gaye Boralioglu, Gulseren Onanç, Gencay Gursoy, Gurhan Ertur, Halîm Bulutoglu, Hasan Cemal, Îbrahîm Betîl, Îbrahîm Sediyanî, Îslam Ozkan, Kuban Kural, Mahmut Konuk, Nazar Buyum, Necmiye Alpay, Nesrîn Nas, Neşe Yaşin, Nurcan Baysal, Orhan Alkaya, Oya Baydar, Omer Faruk Gergerlîoglu, Omer Laçîner, Perîhan Magden, Reha Ruhavîoglu, Selma Koroglu, Şahîn Alpay, Şanar Yurdatapan, Umur Çoşkun, Umît Kıvanç, Yalçın Ergundogan, Yasîn Altıntaş, Zeynep Tanbay.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê rûsî:'Pûtîn, nexwest Erdogan di avê de bixeniqe'
    Li Britanyayê bo Erdogan pêşbaziya helbestan tê lidarxisitin!
    Dîroknasê tirk ji Erdogan re: ‘Em ne di sedsala 19emîn de ne'
    Johnson:'Merkel, ji bo razîbûna Erdogan zoriyê li çapemeniyê dike'
    Erdogan ji bo PYDê bertek nîşanî Rûsyayê da
    KCKê bersiva Erdogan û Davutoglu da: "Kurd ticarî nebûne welatiyên Tirkiyeyê"
    Etîketan:
    rewşenbir, TCK299, heqaret, erdogan, ceza, zilm, tayîb erdogan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de