00:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Zimanê Kurdî

    Li Îranê Kurdî qedexe ye!

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Li bajarê Sinê yê Kurdistana Îranê, mamosteyekî ku bi zimanê Kurdî perwerde dida xwendekaran hate girtin û cezayê zindanê lê hate birîn.

     

    Sinê — Tahir Qadirzade ku li bajarê Sinê di dibistanekê de mamosteyê matematîkê ye ji ber perwerdeya zimanê Kurdî hate cezakirin. Qadirzade bi wê hincetê hate girtin ku "di nava zarokan de fikrên ziyandar belav dike", "di nava mamosteyan de tevliheviyê çêdike" û "xwendekaran teşwîqî perwerdeya Kurdî dike".

    Dadgeha Sinê, ji bo mamoste Tahir Qadirzade 3 meh cezayê girtîgehê diyar kir.

    Di çend mehên derbasbûyî de bi heman hincetê dadgehên Îranê 5 mamosteyên din avêtibû zindanê bi vê biryarê re Qadirzade bû mamosteyê 6emîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dibistana ku bi zimanê kurdî perwerde dida hate girtin
    Etîketan:
    Tahir Qadirzade, Sinê, Kurdistana Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de