00:19 21 Hezîran 2018
Mela Bextiyar

Şanda YNKê diçe Rûsyayê

© Foto: PUK Media
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê Desteya Kargêrî yê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand ku şandeke endamên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di rojên pêş de wê serdana Rûsyayê dikin.

Hewlêr — Mela Bextiyar diyar kiriye ku wan Balyozê Rûsya yê Iraqê derbarê serdana xwe de agahdar kirine. Beriya niha bi çend rojan Alîkarê Dûyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih serdana Rûsyayê kiribû û di 11ê Nîsanê de li Moskowayê li gel Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya bû.

Di wê hevdîtinê de Berhem Salih daxwaz ji Lavrov kiribû, ku têkiliyên di navbera Rûsya, Kurdistan û Iraqê de zêdetir bikin û Moskowa di aliyê leşkerî de zêdetir hevkariya Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bike.

Sergey Lavrov jî ragihandibû, ku di şerê li dij-terorê û rêxistina DAIŞê de Rûsya dê piştgiriya Iraqê û Sûriyê bike.

 

 

Bi heman mijarî:

Mela Bextiyar: YNK`ê bi hemû hêza xwe piştevaniya her çar beşên Kurdistanê dike
YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
Etîketan:
Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê, YNK, Sergey Lavrov, Berhem Salih, Mela Bextiyar, Sûriye, Rûsya, Iraq, Moskow
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de