07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Tural Kerîmov

    Destûr nedan Midurê Spûtnîkê derbasî Tirkiyeyê bibe

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hikumeta Tirkiyeyê piştî ku ragihandina malpera înternetê ya Spûtnîkê asteng kir niha jî destûr neda ku Midurê Spûtnîkê yê Tirkiyeyê Tural Kerîmov derbasî Tirkiyeyê bibe.

    Navenda Nûçeyan — Hikumeta Tirkiyeyê piştî ku ragihandina malpera înternetê ya Spûtnîkê asteng kir niha jî destûr neda ku Midurê Spûtnîkê yê Tirkiyeyê Tural Kerîmov derbasî Tirkiyeyê bibe.

    Midurê Spûtnîkê yê Tirkiyeyê Tural Kerîmov di axaftina xwe de got:'Yek ji berpirsyarê kontrolkerê sînor rahişte pasaporta min û bire odeya lêkolînê, li wir bêyî ku agahiyek were dayîn min nêzî saetekê dane sekinandin. Paşî hatin gotin derbasbûna te ya Tirkiyeyê hatiye qedexekirin, kaxezek dane min û dest danîn ser qertê zer û destûra rûniştinê.'

    Belgeya ku rayedarên Tirkiyeyê pêşkêşî Midurê Spûtnîkê Tural Kerîmov kirin
    © Sputnik/
    Belgeya ku rayedarên Tirkiyeyê pêşkêşî Midurê Spûtnîkê Tural Kerîmov kirin

    Tural Kerîmov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Di belgeya ku berpirasyarên balafirxaneyê dane min de tu sedemên destûrnedayînê nayê nivîsandin û rayedaran piştî ku ev belge dane min, bi balafira di rêzê de ez vegerandim Rûsyayê.'

    Hikumeta Tirkiyeyê perşembeya borî beyî ku tu agahî û hişyariyan bide Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê li Tirkiyeyê asteng kiribû. Astengkirina Spûtnîkê bû mînaka dawî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan zor û zordariyê li ser sazî û rêxistinên çapemeniyê dike.

    Bi heman mijarî:

    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    Pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê: 'DAIŞ tenê li riya revê digere'
    HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Etîketan:
    Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê, Tural Kerîmov, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de